Fîlma “Ez ê bi rêya evînê tolê hildim – Paracanov” wê cara yekem li Dewletên Yekbûyî bi formata fêstîvalekê bê nîşandin

Fîlma “Ez ê bi rêya evînê tola xwe hilînim – Paracanov”, ku di çarçoveya çalakîyên ji bo 100 salîya ji dayikbûna Sêrgêy Paracanov de hatîye çêkirin, wê cara yekem li Dewletên Yekbûyî bi formata fêstîvalekê bê nîşandin.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîreta çandê, sportê û tûrîzmê dide zanîn ku pêşandana yekem ya amêrîkî ya fîlma hevbeş ya ermenî-fransî “Bûmêrang Mêdia.am” dê wê 14 ê îlonê de di dema fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Nyû Jêrsîyê de pêk bê, piştî wê, di 20 ê îlonê de, ew ê bi bernameyeke taybet li fêstîvala fîlman fa Sîêtlîyê bê nîşandin. Pêşandana yekem ya cîhanî ya fîlma di çarçoveya 81emîn fêstîvala fîlman ya Vênêtîkê de pêk hatîye, û dû re ew li fêstîvalên fîlman yên bi prestîj yên li Gêntîyê, Bêlçîkayê, Mar del Platayê û fêstîvalên din yên bi prêstîj yên fîlman hatinee nîşandin.
Belgefîlma “Ez ê bi rêya evînê tola xwe bistînim – Paracanov” bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê, fînda sînêmaya Ermenîstanê ê), navenda neteweyî ya sînematografî û wêneya tevger ya Komara Fransîyayê, hatîye çêkirin.
Bername pireke çandî ya bêhempa ye di navbera rabirdû û niha de, ku xwezaya pirqatî û nirxa hunerî ya sînemaya ermenî ronî dike.
Ji bilî nîşandana fîlman, di çarçoveya bernameya Sêtlê de çalakîyên din jî hatine plankirin, di nav de konsereke bi beşdarîya muzîkjenên ermenî, pêşangehek ji bo hunera ermenî, û her weha goşeyeke têmatîk ku motîvên efirîner yên Sêrgêy Paracanov raber dike.







