Serokwezîrê Ermenîstanê ji bo serdana derveyî welat bi rêya qada hewayî ya Adirbêcanê çûye û vegeryaye

Balafira serokwezîrê Ermenîstanê 30 ê tebaxê bi rêya qada hewayî ya Adirbêcanê ji bo serdana derveyî welat çûye û şeva 6 ê îlonê vegeryaye Ermenîstanê.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê, li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
“8 ê tebaxê piştî damezrandina aşîtîyê li Waşîngtonê, sazîyên peywendîdar yên Ermenîstanê ji Adirbêcanê ji bo balafira serokwezîrê Komara Ermenîstanê daxwaza rêwîtîya hewayî kirine û bersiva erênî wergirtine.Em vê rastîyê wek gaveke pratîkî ji bo vekirina danûstandinan li herêmê, pêşvebirina ajandaya aşîtîyê û efirandina atmosfêreke bawerîya hevbeş dibînin”.
Baxdasaryanê nivîsanîye: “Bîr bînim ku balafirên Adirbêcanê demeke dirêj e ku bi rêya qada hewayî ya Komara Ermenîstanê di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Komara Naxçêvanê de ragîhandinê peyda dikin”.







