H’emû nûçeSereke

Vekirina astengîyan di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji bo Rûsyayê jî girîng e: Alêksêy Ovêrçûk

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk di hevpeyvînekê de li gel RÎA Novostîyê gotîye ku Ermenîstan û Adirbêcan hevalbendên Rûsyayê ne û vekirina rêyên veguhastinê li Başûrê Kafkasîyayê ne tenê li gorî berjewendîyên van welatane, lê di heman demê de li gorî berjewendîyên Rûsyayê ye jî.

Li gorî wî, Moskva piştgirîyê dide pêvajoya vekirina rêyên ragîhandinê li herêmê, ku bi daxuyanîya sêalî ya serokên Rûsyayê,Adirbêcanê û Ermenîstanêye  9 ê mijdara sala 2020 î de hatîye damezrandin.

Ovêrçûk destnîşan kirîye ku “Xala 9 a pêwîstîya vekirina rêyên ragîhandinê û avakirina têkilîyên aborî yên normal destnîşan dike. Em piştgirîyê didin vê yekê ji ber ku ew hevalbendên me ne. Em di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de jî bi Ermenîstanê re hevalbend in”.

Cîgirê serokwezîrê  Rûsîyayê tekez kirîye ku sînorên girtî yên Ermenîstanê bi Tirkayayê û Adirbêcanê re bi salan  rê li ber pêşveçyîna normal ya welêt digirin. “Rîya sereke ya ber bi cîhana der ve di nav Gurcistanê re derbaz dibe, ku girêdana bi Rûsyayê re bi rêya xaleke kontrolê ya otomobîlan tê kirin, ku ev yek bi şert û mercên hewayê ve girêdayî ye. Pir girîng e ku Ermenîstan girêdanên veguhastin û lojîstîkê yên normal werbigire”,- ewî tekez kirîye.

Ovêrçûk her wiha destnîşan kirîye ku rakirina dorpêçê ji bo Adirbêcanê pir girîng e. “Adirbêcan hewil dide ku girêdana herî kurt bi Naxçêvanê re sererast bike. Rîya hesin li ser çemê Araksê di salên Sovyêtê de hatîye hilweşandin, lê ev rê dikare bê sererast kirin. Wek din, Adirbêcan armanc dike ku ji bo  Avrasyayê bibe navendeke veguhastin û lojîstîkê”,- ewî gotîye.

Li gorî wî, pirsgirêkên sîyasî yên têkildarî îmzekirina peymana aşîtîyê, û her weha destnîşankirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hene.

Ovêrçûk di bersiva pirseke li ser bandora mûhtemel ya Dewletên Yekbûyî li Başûrê Kafkasyayê de destnîşan kirîye: “Bê guman, fikar hene ku qewînkirina nûnertîyê li derveyî herêmê dikare vê hevsengîya nazik têk bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button