H’emû nûçeSereke

Rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê ji bo Astanayê  bên vexwendin:Tokayêv

Serokkomarê Qazaxistanê ragîhandîye ku ew ê di demek nêzîk de bi serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê re bicive. Li gorî Qasim-Comert Tokayêv, ew ê ji bo Astanayê bên vexwendin.

Serokkomar tekez kirîye ku ev têkilî ji bo qewînkirina têkilîyên sîyaseta der û hevkarîya herêmî girîng in.

Li gorî Tokayêv, aşîtîyeke xirab ji “nakokîyeke baş” çêtir e. Ji ber vê yekê, Qazaxistanê îmzekirina dêklarasîyona aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêye li Waşîngtonê, û her weha encamên civîna bilind ya rûsî-amêrîkî li Alyaskayê  silav kirîye.

Serokkomarê Qazaxistanê destnîşan kirîye ku her wiha bi serokên hejmareke welatên asyayî û avropî re jî hevdîtin têne plankirin.Serdanên dawîya salê ji bo Rûsyayê û Ûzbêkîstanê  têne plankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button