
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîna taybet li gel kanala France 24 ê, hişyarî daye ku vekişîna hêzên Amêrîkayê ji Îraqê wê bibe sedema ji nû ve vegera rêxistina têrorîst ya DAIŞ ê. Herwiha serok Barzanî derbarê rewşa Sûrîyayê de nîgeranîyên xwe anîye ziman û pêşwazî li biryara Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kirîye.
Derbarê plana vekişîna hêzên Amêrîkayê ji Îraqê di dawîya sala 2025 a, serok Barzanî gotîye: “Bêguman, bi vekişîna hêzên Amêrîkayê û hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê, em ê rû bi rûyê heman senaryoya sala 2012 a bibin û DAIŞ wê ji nû ve zindî bibe”.
Serok Barzanî hişyarî daye û gotîye: “DAIŞ metirsîyeke cidî ye û me ev yek çend caran bi awayekî fermî dûbare kirîye û ev beşek ji sîyaseta me ye”.
Derbarê rewşa Sûrîyayê û peymana di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) û hukumeta Şamê de ku di adara îsal de hatibû îmzekirin lê hîn nehatîye cîbicîkirin, serok Barzanî nîgeranîya xwe anîye ziman ku wê rewş û têkilîyên di navbera kurda û ereban de xirabtir bibin û rê li ber destwerdaneke derve vebe.
Herwiha tekez kirîye: “Divê pirsgirêk bên çareserkirin, lê ne bi şer, ji ber ku şer ne çareserî ye. Herwiha, divê desthilata nû hemû pêkhateyên cuda yên welat û taybetmendîyên wan li ber çavan bigire”.
Derbarê helwesta Tirkîyeyê de, serok Barzanî gotîye ku Tirkîya piştgirîyê dide proseya aşîtîyê û peymana di navbera HSD û Şamê de û gotîye: “Em jî bi heman awayî piştgirîyê didin wê proseyê. Me bi hev re hewil da ku peyman bi awayekî rast bê cîbicîkirin”.
Di beşeke din ya hevpeyvînê de, serok Barzanî pêşwazî li biryara Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo danîna çekan kirîye û gotîye: “Ez wiha bawer dikim ku ev helwesta wan wê bibe sedema aşîtîyê li herêmê û azadkirina rêberê wan yê girtî, Abdûllah Ocalan”.
Deqa hevpeyvîna serok Barzanî bi France24 ê re
France24: Rêzdar Barzanî, dixwazim bi rewşa Sûrîyayê dest pê bikim. Piştî destbikarbûna desthilata nû, me tundûtûjîyeke mezin li dijî kemîneyan, elewîyan, durzîyan û herwiha kurdan jî dît. Di meha adara îsal de, peymanek di navbera Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) û Ahmed Şera, serokê nû yê Sûrîyayê de ji bo yekxistina sazîyên leşkerî û sîvîl yên vê herêmê bi hukumeta navendî re hatîye îmzekirin, lê ev peyman nehatîye cîbicîkirin. Gelo hûn hest bi tundûtûjîyeke zêdetir û heta şerekî navxweyî jî dikin?
Serok Barzanî: bêguman, guhertina di rêjîma Sûrîyayê de wê bibe çareserî ji bo hejmareke ji pirsgirêkên Sûrîyayê. Me hewleke mezin daye ji bo mîsogerkirina yekrêzîya kurdan û gihiştina aşîtîyê. Me piştgirî daye kurdên Sûrîyayê. Ez bi Mezlûm Ebdî re civîya me û herwiha min piştgirî da wê peymanê ya ku di navbera Ahmed Şera û Mezlûm Ebdî de hatîye îmzekirin. Em nîgeran in ku dibe ku rewş ber bi alozbûnê ve biçe. Digel vê yekê, em piştrast in ku divê aşîtî neyê jibîrkirin. Tirsa min ya herî mezin ew e ku cûreyeke destwerdan çêbibe û bibe sedema derketina şer di navbera gelê kurd û gelê ereb de. Ev tirsa min ya herî mezin e û em ê her tiştî bikin da ku pêşî lê bigirin. Divê em pirsgirêkan çareser bikin. Divê baldarîya me ne li ser şer be, ji ber ku şer ne çareserî ye. Bi dîtina min, divê desthilatên nû hemû taybetmendîyên pêkhateyên welat li ber çavan bigirin. Divê ew hemû pêkhateyan û hemû tiştên ku wan cuda û taybet dikin li ber çavan bigirin, nexwe encamên wê wê xirab bin.
France24: Hûn dibêjin ku hûn ji destwerdanên derve nîgeran in. Bila em bi zelalî biaxivin. Tirkîyayê gef li HSD ê xwarîye. Ew dibêjin, HSD peymana bi hukumeta navendî re naxwaze. Herwiha ji alîyê Tirkîyayê ve bi wê yekê hatine tometbarkirin ku pêwendîyên wan bi Îsrayêlê re hene. Pêwendîyên we yên pir baş li gel serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan hene. Gelo hûn jê dixwazin ku destwerdana leşkerî neke?
Serok Barzanî: Pêwendîyên me yên berdewam li gel serokê Tirkîyayê hene. Bi awayekî asayî, hin tişt hene ku divê em bi Tirkîyayê re li ser bixebitin. Tirkîya piştgirîyê dide pêvajoyên aşîtîyane. Wana jî wek me piştgirî da peymana meha adarê. Me bi hev re hewil da ku em piştrast bin ku peyman bi awayekî rast tê cîbicîkirin, lê hin zehmetî û astengî hebûn û rê ne hêsan e.
France24: Hûn dikarin ji me re bibêjin gelo hûn li dijî destwerdana leşkerî ya Tirkîyayê li Sûrîyayê li dijî van hêzan in?
Serok Barzanî: Ez bawer nakim ku ev kom li dijî berjewendîyên Tirkîyayê bin. Serkirdeyên Tirkîyayê xwasta xwe anîne ziman ji bo gihîştina çareserîyekê û ji bo ku çarenûsa gelê kurd zelaltir bibe û ji aloztirkirina rewşê dûr bikevin.
France24: Em behsa Tirkîyayê dikin, di van demên dawî de pêşhateke mezin çêbû, biryara PKK ê ya danîna çekan û xwehilweşandinê. Gelo ev werçerxaneke çarenûssaz e ku bandorê li herêma we jî dike, ji ber ku li vir (Herêma Kurdistanê) danîna çekên wan tê kirin? Gelo ev bi rastî diqewime?
Serok Barzanî: Destpêkê dixwazim bibêjim ku em ê hemû karîna xwe bi kar bînin ji bo piştgirîya pêvajoya aşîtîyê. Tiştê ku vê carê cuda ye, pêvajoya aşîtîyê bi xwe ye ji alîyê hukumet, parlamento û herwiha raya giştî ve. Li Tirkîyayê em dibînin ku her kes alîgirê pêvajoya aşîtîyê ye. Ev guhertineke bingehîn e. Gelê kurd di nav PKK ê de, piranîya wan piştgirîya aşîtî û pêvajoyê dikin. Ev tiştê ku me hêvî dikir. Heta berî destpêkirina pêvajoyê, Abdullah Ocalan şandek şand ku min bibîne. Me karî behsa piştgirîya xwe ya fermî ji bo pêvajoya aşîtîyê bikin û me her tiştê ku ji me hat xwestin, kirîye. Em ê li ser vê yekê berdewam bin û em hêvîdar in ku pêvajoyê aşîtîyê bîne û bibe guhertineke rastîn li tevahîya herêmê.
France24: Min bihîstîye ku Abdullah Ocalan We vexwendîye ku hûn serdana wî bikin. Gelo ev rast e? Hûn ê serdana wî bikin? Û gelo Hûn wisa difikirin ku ji bo alîkariya vê pêvajoyê, pêwîst e Ocalan bê azadkirin?
Serok Barzanî: Hêvîdar im ku ezê bikaribim wî bibînim, lê li derveyî zindanê.
France24: Gelo We ji Êrdogan xwestîye ku Ocalan azad bike?
Serok Barzanî: Di van demên dawî de ez pê re necivîyame, lê ez hest dikim ku azadkirina wî, wê bibe yek ji encamên pêvajoya aşîtîyê.
France24: Niha em bên ser mijara Îraqê. Careke din, hêzên amêrîkî vedikişin. Plan ew e ku heta dawîya sala 2025 a li tevahîya Îraqê û heta dawîya sala 2026 a li Herêma Kurdistanê vekişin. Gelo tirsa We ji wê yekê heye ku ev valahîyekê çêbike? Em hemû bi bîr tînin ka çi qewimî cara dawî ku hêzên amêrîkî vekişîyan; DAIŞ derket holê. Gelo tirsa We jî heman e yan rewş bi temamî cuda ye?
Serok Barzanî: Tu guman tê de nîne. Eger hêzên amêrîkî û hevpeymanan vekişin, wê demê em ê rû bi rûyî heman senaryoya sala 2012 a û DAIŞ ê bibin û ew ê careke din serî hilde.
France24: Li ber çavgirtina tiştê ku We niha got, gelo we ji rêveberîya Amêrîkayê xwestîye ku heta dawîya sala bê hêzan venekişîne?
Serok Barzanî: Ez bawer nakim ku hêz bi temamî vekişin. Me her tim gotîye ku pêwîstîya welatê me bi hêzên amêrîkî û hevpeymanan heye. Sedema wê jî ew e ku DAIŞ metirsîyeke pir rastîn e û me bi fermî gotîye ku ev helwesta me ye. Ev beşek ji sîyaseta me ye.
France24: Di meha tîrmehê de hejmareke zêde êrîş hatin kirin, bi taybetî bi rêya dronan. Endamekî payebilind yê partîya We, hukumeta Îraqê tometbar kir ku dizane kî li pişt wan êrîşan e, lê newêre bi aşkereyî behsa wan bike, navê wan bîne û wan bide nasîn. Gelo Hûn bi wî re hemfikir in û bi dîtina We kî li pişt wan êrîşan e?
Serok Barzanî: Lijneyeke lêkolînê ya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatîye pêkanîn. Lêkolîn ji bo wê yekê bûye ku bê zanîn ka firokeyên bêmirov ji ku hatine. Plan ew e ku encamên wê lêkolînê di dema xwe de ji raya giştî re bên eşkerekirin. Ez naxwazim niha berî ku bi fermî bê ragîhandin, tu daxuyanîyekê bidim yan jî tu hûrgilîyan derbarê raporê de eşkere bikim.
France24: Baş e, me ji gelek berpirsên hukumeta Herêma Kurdistanê bihîstîye ku hêzên Heşda Şebî bi pêkanîna wan êrîşan tometbar dikin. Ev bi aşkereyî hatîye gotin. Gelo nêrîna we jî heman e? Em dizanin ku di paşerojê de hejmarek destwerdan ji alîyê wan hêzan ve li herêma we hebûn.
Serok Barzanî: Bêguman, hin alîyên naskirî hene, lê em hemû kesên di nav Heşda Şebî de tometbar nakin. Hin komên dîyarkirî hene ku lêkolîn li gel wan tê kirin, lê ez dubare dikim, berî ku rapor bi fermî bê belavkirin, ez naxwazim derbarê tu hûrgilîyên dîyarkirî de daxuyanîyekê bidim. Ji xeynî wê, her tişt zelal e.
France24: Pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev çend sal in aloz in. Di van demên dawî de û di meha gulanê de pirsgirêkek derket. Hukumeta navendî, veguhestina darayî û bi taybetî dayîna mûçeyên karmendan rawestand. Wisa dixuye ku li ser vê yekê û herwiha li ser îhtimala hinardekirina pêtrolê peymanek hatîye kirin. Gelo ev peymaneke rastîn e yan hîn jî pirsgirêk mane û bi awayekî bingehîn ti bawerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne?
Serok Barzanî: Mixabin, pirsgirêk hene, divê em di vî warî de rastgo bin. Digel vê yekê, heger îradeyeke rastîn hebe ji bo xebata li ser pirsgirêkan, wê demê em dikarin serbikevin. Destûreke me heye ku ji bo me û ji bo Bexdayê nexşerê ye. Em tiştekî zêdetir ji ya ku di destûrê de hatîye naxwazin, lê em nahêlin destûr bê binpêkirin. Tiştê ku em dixwazin ew e ku destûr bê cîbicîkirin. Herwiha pirsgirêka nasnekirina sîstema fêdêralî jî heye. Ev pirsgirêkek e ku niha heye û Bexda sîstêma fêdêralîzmê nas nake.
France24: Hilbijartinên Parlamêntoya Kurdistanê di cotmeha sala borî de hatine lidarxistin, lê ji wê demê ve parlamênto nehatîye avakirin. Gelo Hûn ji vê yekê nîgeran in?
Serok Barzanî: Rast e. Cîhê mixabinîyê ye ku em ji vê rewşê ne pir kêfxweş in. Em hêvîdar in ku di meha îlonê de yan jî di rojên pêş de, parlamento bikaribe careke din bicive da ku xuleke nû bide destpêkirin û hukxumetê ava bike.







