H’emû nûçeSereke

Gurcistan jî wê beşdarî fêstîvala hunerên destan bibe

Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê û bi destpêşxerîya fonda çandî ya “Yekîtîya pêşekaran”, fêstîvala 3 emîn ya “Armeniya min ya destçêkirî” wê li baxçeyê peykeran ya “Gafêsçyan” (“Komplêksa Kaskadê”) bê lidarxistin. Ew ê 13-14 ê îlonê, ji seheta 12:00 a heta 19:00 a pêk bê.

Ne tenê hosteyên ermenî, lê di heman demê de hosteyên gurcî jî wê beşdarî fêstîvala hunerên destan bibin, berhemên xwe yên çandî raber bikin, platformeke nû ji bo dîyaloga çandî ji bo parastin, dewlemendkirina hevbeş û belavkirina mîrata çandî ya neguhêrbar ya gelên ermenî û gurc biefirînin.

Di dema fêstîvalê de, pêşangehek ji cilên neteweyî yên ermenî û Gurcistanê jî wê bê lidarxistin: cilên neteweyî yên tîpîk yên her du gelan wê ben raber  kirin.

Armanca fêstîvalê ew e ku di warê mîrata çandî ya neberbiçêv de hevkarîya navçandî mîsoger bike, çalakîyên hostayên efirîner pêş bixe, û her wiha qedirgirtin û belavkirina huner û karên destan be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button