H’emû nûçeSereke

Pirtûka “Gotinên pêşîyan” ya Brahîmê Alûcî derket

Pirtûka nivîskar û derûnînas Brahîmê Alûcî ya bi navê “Gotinên pêşîyan, xezîneya çanda kurdî” ji alîyê weşanên Belkîyê ve hatîye çapkirin.

Berhem ji 206 rûpelan pêk tê û tê de gotinên pêşîyan yên kurdî bi awayekî rêkûpêk hatine berhevkirin.

Di pirtûkê de, ev gotinên ku bi salan e di nav gel de tên gotin, bi zimanekî zelal hatine raberkirin.

“Xezîneya neteweyekê ye”

Weşanên Belkîyê derbarê pirtûkê ev agahî dane:

“Gotinên pêşîyan, xezîneya neteweyekê ye ku di nav dîrokê de hatîye berhevkirin.

Ev gotinên bi hukumetê, wekî kelehên kevinare yên çandê, li ber bayê demê xwe girtine û hebûna xwe parastine.

Di van gotinan de ezmûnên gelê kurd, serborîyên salan, şahî û kederên civakê û hêvîyên nifşên berê veşartî ne”.

Brahîmê Alûcî wekî nivîskar û derûnînasekî tê naskirin û bi nivîsên xwe yên li ser medyaya civakî balê dikişîne.

Berîya vê pirtûkê, du pirtûkên wî jî hatibûn weşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button