H’emû nûçeSereke

Pêşangeheke bêhempa: “Dîyaloga Pîroz: ji Lûvrê heta mûzêya Ermenistanêye dîrokê”

Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê, pêşangeheke navneteweyî ya bêhempa bi navê “Dîyaloga Pîroz: ji Lûvrê heta mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê” wê ji 21 ê îlonê pê ve li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê vebe.Derheqa wê yekêda  wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û sportê ragîhandîye.

Pêşangeh wê roja Serxwebûna Komara Ermenîstanê vebe, ku ji bo Ermenîstanê sembolek e wek welatê yekem ku Xiristîyanî wek ola dewletê qebûl kirîye û xwedî pergaleke nirxên xiristîyanî ye.

Di çarçoveya vê pêşangeha taybet de, 16 pêşangehên berbiçev ji kolêksîyonên mûzêya Lûvrê wê cara yekem li Ermenîstanê bê pêşandan, ku wê bi zêdetirî du deh tiştên hêja yên mûzêyê yên ji mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê re bên hev kirin. Bermahîyên Şandîyê Bardûxîmêos, ku ji Dêra Dayîka  Êcmîyazînê ya Pîroz hatîye deyn kirine, wê cuda bên  raber kirin.

Pêşangeha hevbeş ya her du kolêksîyonan armanc dike ku dewlemendî û cihêrengîya tevahî ya mîrata hunerî ya Ermenîstanê û Rojhilata xiristîyan nîşan bide.

Ev kolêksîyon, ku di hawîrdoreke pêşangeheke bêhempa de têne raber kirin, ne tenê şaheserên rastîn yên çanda gîyanî ya panxiristîyan, lê di heman demê de mîrata çandî ya cîhanê jî ne.

Ev pêşangeh wê destpêka formateke nû ya hevkarîyê di navbera mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê û mûzêya Lûvrê de nîşan bide, li ser bingeha mêmorandûma ku di navbera her du sazîyan de par hatibû îmzekirin. Pêşangeh bi hevkarîya mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê û mûzêya Lûvrê tê lidarxistin. Ew ê heta 21 ê adara sala 2026 a bidome.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button