SerekeSîyasî

Bi rêvebirîya Efrînê: hêzên Tirkîyayê ji Efrînê vekişîyane

Bi rêvebirîya Efrînê ya ser bi hukumeta Sûryayê ve ragîhandîye ku hemû hêz û sazîyên Tirkîyayê ji bajarê Efrînê û navçeyên wê vekişîyane.

Ragîhanda birêvebirîya Efrînê ji Rûdaw ê re daye zanîn ku hêzên wekî îstixbarat, walîtî, hêzên taybet, cendirme, rû bi rûbûna têrorê û polîs bi temamî ji bajêr û navçeyan vekişîyane.

Her wiha hatîye destnîşankirin ku dibistanên wekî Azhar Efrîn û Fêsel Qedûr jî hatine valakirin.

Di daxuyaniyê de hatîye gotin ku baregehên Tirkîyayê yên li Efrînê bi temamî hatine valakirin û wê radestî xwedîyên xwe yên resen bên kirin.

Hatîye dîyarkirin ku dibistana taybet ya Azhar Efrînê wê radestî xwedîyê wê Adnan Rehîm bê kirin.

Li ser baregehên leşkerî yên li derveyî bajaran jî hatîye eşkerekirin ku tenê 3-4 baregeh li 4 gundan mane.

Ew baregeh jî wê di çarçoveya “plana dubare belavkirinê” de ku li ser bingeha rêkeftina di navbera Sûryayê û Tirkyayê de li ser parastinê hatîye amadekirin bên valakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button