H’emû nûçeSereke

Çalakîyên “Rojên mîrata avropî” wê di bin mijara “Mîrat û mîmarî ” de bên lidarxistin

Wezîreta çandê, sportê û  tûrîstîyê ragîhandine ku çalakîyên “Rojên mîrata avropî” îsal  27-28 ê îlonê de bi mijara “Mîrat û mîmarî” têne lidarxistin.

Di nav du rojan de, 100 rêxistinên çandî wê di bin banê xwe de mêvanan pêşwazî bikin, û gelek çalakîyên çandî, pêşangeh, ders, geştên ber bi abîdeyên dîrokî û çandî, konsêr, matîneyên edebî û mûzîkê, bernameyên perwerdehî û întêraktîv, civîn û nîqaş, ders, pêşbirk û wê li gorî mijara rojê bên organîzekirin.

Bernameya rojên mîrata avropî sala 1991 ê de ji alîyê konsêya Avropayê ve bi fermî hatîye pejirandin, û  sala 1999 a de Yekîtîya Avropayê tevlî bernameyê bûye, û destpêşxerî di bin dirûşmeya “Avropa: mîrata hevpar” de dest bi pêkanîna wê kirîye. Her sal  70 000 çalakîyên çandî li seranserê Avropayê têne lidarxistin da ku hişmendîya raya giştî li ser mîrata avropî zêde bikin, bêhempabûn û cihêrengîya wê nîşan bidin, û girîngîya parastina wê ya berdewam destnîşan bikin.    

Zêdetir nîşan bide
Back to top button