
Zanyarê sîyasî yê îranî Xodratolah Şafîyê, pisporê înstîtûta lêkolînên îranî û Avrasyayê, ji peyamnêrê News.am ê re gotîye, kes li Îranê bawer nake ku Rûsya wê bi hêsanî ji Başûrê Kafkasyayê derkeve.
Li gorî wî, ji ber şerê li Ûkraînayê, Rûsyayê çalakîyên xwe, bi taybetî li welatên derveyî welêt, qelis kirîye.
Pispor destnîşan kirîye ku ev yek li Sûryayê hatîye nîşandan, ku Rûsyayê li dijî Tirkîyayê tu tedbîr negirt, lê ev, li gorî nirxandina wî, nayê wê wateyê ku Moskva wê her tim bi vî rengî tevbigere, nemaze dema ku dor tê ser Kafkasyayê.
“Ev herêm ji bo Rûsyayê herêmeke pir girîng e. 200 sal piştî şerê rûsa-farisa, rûsa her tiştî dikirin da ku li Kafkasyayê bimînin. Ev ji ber wê yekê ye ku ji bo avropîyan, tirkan û NATO ê, rêya Asyaya Navîn ji Kafkasyayêra derbaz dibe, ji ber ku Rûsya li bakûr û Îran li başûr e”.
Şafîyê tekez kirîye ku “Piştî ku şerê li Ûkraînayê bi dawî bibe, Rûsya wê bi awayekî cidî dest bi mijûlbûna bi pirsgirêkên Kafkasyayê bike”. Pispor bawer dike ku Îran piştî çareserkirina pirsgirêkên aborî û dijberîya Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê, ew ê jî bi awayekî çalaktir beşdarî pirsgirêkên Kafkasyayê bibe.
Li gorî wî, Tramp li ser mijarên Kafkasyayê ne hewceyî rêkeftinekê ye bi Rûsya yan Îranê re, ji ber ku ev herdu welat niha nikarin tiştekî li ser Dewletên Yekbûyî ferz bikin, ji ber vê yekê Waşîngton ajandaya xwe pêş dixe.
Zanyarê sîyasî tekez kirîye ku “Îran nekarî ji krîza têkilîyên Ermenîstanê-Rûsyayê sûd werbigire û têkilîyên nêzîktir bi Yêrêvanê re dayne. Ev yek bû sedem ku Tramp ji rewşê sûd werbigire. Û niha ne Îran û ne jî Rûsya beşdarî projeyên ku li herêmê têne bicîhanîn nabin li şûna wê, dijberên wan vê yekê li ser navê Dewletên Yekbûyî dikin”.
Ermenistanê sedem û hincetên xwe hene ji bo nebûna têkilîyên nêzîk bi Rûsyayê re. Pisporê îranî wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Wek din, Moskva naxwaze têkilîyên bi Ermenîstanê re xirab bibin. Di heman demê de, têkilîyên bi Tirkîyayê re ji yên bi Adirbêcanê re ji yên bi Rûsyayê re girîngtir in”.







