SerekeSîyasî

Li Kerkûkê nêzîkî 850 xwendikar ji erebî derbazî kurdî bûne

Birêvebirê beşa xwendina kurdî ya Kerkûkê Kamran Elî ragîhandîye ku zêdetirî 100 dibistanên wan hewceyî nûjenkirinê ne û çend dibistan bi temamî hatine valakirin.

Kamran Elî her wiha gotîye: “Tevî van pirsgirêkan, îsal nêzîkî 850 xwendikar ji xwendina erebî derbazî ya kurdî bûne”.

Birêvebirê beşa xwendina kurdî ya Kerkûkê Kamran Elî beşdarî byûlêtêna Rûdaw ê bûye û derbarê rewşa dibistanên li Kerkûkê axivîye û gotîye:

“Ji piştî sala 2014 a ve tu avahî ji bo me nehatîye zêdekirin û tu dibistan jî nehatîye nûjenkirin”.

Li gorî gotina Kamran Elî, hukumeta Îraqê piştî bûyerên 16 ê çiriya pêşin yên sala 2017 a, “bi awayekî bernamekirî” xwendina kurdî li herêmên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê paşguh xistîye.

Zêdetirî 100 dibistan hewceyî nûjenkirinê ne

Kamran Elî behsa rewşa dibistanan kirîye û gotîye, “Zêdetirî pênc yan şeş dibistanên me ku îdî ji bo xwendinê neguncaw bûne, me vala kirine û pêwîst e bên nûjenkirin”.

Wekî ku Kamran Elî dibêje, zêdetirî 100 dibistanên xwendina kurdî hewceyî nûjenkirinê ne û zêdetirî 40 dibistanên sê dewamî li sînorê Kerkûkê hene, her wiha hinek dibistanên çar dewamî jî hene.

Ji ber kêmbûna rûberê xwendinê û valakirina hinek dibistanên kevin, hinek xwendikarên li Kerkûkê li kabîneyan dixwendin.

Birêvebirê beşa xwendina kurdî ya Kerkûkê amaje bi wê yekê jî kirîye ku niha bi biryareke encûmena wezîran kabîne hatine rakirin, vê yekê jî ji bo wan pirsgirêkeke mezin çêkirîye.

“Hejmara xwendikaran li gorî par zêde bûye”

Kamran Elî daye zanîn ku tevî van pirsgirêkên ku di xwendina kurdî de hene îsal nêzîkî 850 xwendikar hatine qeydkirin ku ji xwendina erebî derbasî xwendina kurdî bûne.

Wek ku Kamran Elî  amaje pê kirîye, îsal zêdetirî 8 hezar xwendikar di pola yekem ya dibistana seretayî ya xwendina kurdî de hatine qeydkirin ku li gorî par hejmara wan bilind bûye.

Zengila sala nû ya xwendinê wê 21 ê îlonê lê bide.

Li sînorê Kerkûkê, zêdetirî 100 hezar xwendikarên xwendina kurdî li 557 dibistanan dixwînin û zêdetirî 8 500 mamosta dersê didin wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button