SerekeSîyasî

 Sala 2023 a evê rojê, koçberî û hilweşîna ermenîyan ji Arsaxê dest pê kir

Îro, gelek niştecîhên berê yên Arsaxê serdana Yêrablurê dikin da ku qurbaniyên koçberîya ermeniyan ji Qerebaxê  bi bîr bînin.

19 ê îlona sala 2023 a, Adirbêcanê êrîşeke berfireh li ser Arsaxê da destpê kirin. Berîya êrîşê dorpêçeke 9 mehan hebû. Di êrîşa Adirbêcanê de 223 kes hatin kuştin, di nav wan de 20 binelîyên sîvîl hebûn, ku 6 ji wan zarokên temenbiçûk bûn.

Li gorî daneyên fermî, niha 23 ermenî di girtîgehên Adirbêcanê tên xweykirin. Di nav wan de serokên leşkerî û sîyasî yên berê yên Arsaxê jî hene.

20 ê îlona sala 2023 a, rayedarên Arsaxê pêşniyara fermandarîya mîsyona aşîtîyê ya Rûsyayê ji bo agirbestê qebûl kirin û li dora seheta 15:00 a agirbest hate bidawîkirin.

Baregeha agahdarîyê ya Arsaxê di sibeha 25 ê îlonê  ragihandibû ku hemû welatîyên ku dixwazin koçî Ermenistanê bikin, wê derfetê werbigirin û wê sotemenîya wan belaş be li 5 bênzînxaneyan li Stepanakert ji seheta 14:00 a pê ve.

Di 25 ê îlona sala 2023 a, derdora seheta 7:00  a êvarê, li ser medyaya civakî rapor hatin belavkirin ku li herêma kêleka rêya Stêpanakêrt-Askeranê, li depoyeke benzînê ku benzîn ji welatîyên ku dixwestin ji Arsaxê ber bi Ermenîstanê ve biçin, dihat dayîn, teqînek bihêz çêbûye.

28 ê îlonê, baregeha ragîhandinê ya Arsaxê ragihandibû ku bi fermana serokê Komara Qerabaxê, (Arsax) wê ji 1ê çileya sala 2024 a pê ve raweste.

Ji ber koçberîya ermenîyan ji Arsaxê 115000 kes cîguhastî Ermenîstanê  bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button