SerekeSîyasî

HSD: 7 kes di êrîşên komên çekdar yên girêdayî Şamê de şehîd bûne

Komên girêdayî hukumeta Şamê êrîşî gundekî Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê kirine û di encamê de 7 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de belav kirîye, komên girêdayî hukumeta Şamê yên ku ji alîyê Tirkîyayê ve tên piştgirîkirin, 20 ê îlonê danê êvarê li gundê Um Tîna yê gundewarê Dêr Hafirê komkujîyeke hovane li dijî sîvîlan pêk anîne.

Dîyar kirîye jî, êrîş seheta hefta êvarê dest pê kirine, pêşî bi dronan hatine kirin û piştre jî bi topbarankirineke giran hatine berdewamkirin, ku raste-rast malên welatîyan kirine armanc.

Li gorî navenda ragîhandinê ya HSD ê, di encama van êrîşên hovane de, 7 sîvîlên bêguneh şehîd bûne û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Navên şehîdan:

– Emîne Mihemed El-Ezawî (75 salî)

– Fatima Heye Ubêd (65 salî)

– Emîne Mihemed El-Hemze (22 salî)

– Ayşe Hemze Ubêd (18 salî)

– Hemze Ubêd El-Rezzaq (4 salî)

– Ebdulxenî Rehman El-Ubêd (1 salî)

– Rehef Husên El-Ezawî (23 salî)

Navên birîndaran:

– Cuma Hemûd El-Muhayîsîn (60 salî)

– Meryem Hemûd El-Muhayîsîn (55 salî)

– Helîme Mehmûd El-Muhayîsîn (65 salî)

– Emîne Hemûd El-Emûra (20 salî)

Navenda ragîhandinê ya HSD ê di daxuyanîya xwe de, ev tawana hovane bi tundî şermezar kirîye û gotîye: “Em bi tundî vê tawana nefret şermezar dikin, ku di çarçoveya nêzîkatîya berdewamy a van koman de ye ku ev çend sal in sîvîlên bêçek dikin armanc. Em tekez dikin ku bêcezabûnê cesaret daye dubarekirina van binpêkirinan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button