H’emû nûçeSereke

Eleqeya geştîyarên rûsî bo Ermenîstanê vê havînê pir zêde bûye

TASS ê, ku lêkolînek ji hêla sêrvîsa rêzêrvasîyona otêl û apartmanan ya serhêl Ostrovok ve dişopîne, ragîhandîye ku di nav welatên Hevalbendîya Welatên Serbest de, Qazaxistanê ji bo havîna sala 2025 a zêdebûna herî mezin di rêzêrvasyonên otêlan de tomar kirîye.

Pisporan destnîşan kirine ku “Eleqeya bi welatên Hevalbendîya Welatên Serbest re vê havînê bi taybetî berbiçev zêde bûye: li Qazaxistanê, zêdebûna rêzêrvasyonan li gorî sala borî 64 selef, li Ermenîstanê 55 selef, li Gurcistanê 37 selef, li Qirqizistanê 27 selef û li Ûzbêkîstanê 16 selef bûye”.

Li gorî vê servîsê, sê cîhên herî popûlyar ji bo betlaneyên bîyanî yên vê havînê Bêlarûs, Tirkîya û Abxazya ne.

Gurcistan, Qazaxistan, Ermenîstan, Tayland, Îtalya, Ûzbêkistan û Çînistan jî di nav deh welatên pêşîn de ne.

Bi tevayî, hejmara rêzêrvasyonên otêlên navneteweyî ji bo havîna sala 2025 a li gorî heman serdema sala 2024 a 10  selef zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button