SerekeSîyasî

Fransîya: em piştgirîya dîyaloga HSD ê û Şamê dikin

Berpirsekî payebilind ya dîplomatîk ya Fransîyayê ragîhandîye ku Parîz piştgirîya pêvajoya dan û standinên di navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û birêvebirîya Şamê de dike.

Berpirsê Fransîyayê Rûdaw ê re ragîhandîye ku “Gotûbêj bi piştgirî û hevahengîya Fransayê û Amêrîkayê didom in”.

Çavkanîyê her wiha gotîye:”Fransîya, wek ku di konfêransa Parîzê ya derbarê Sûryayê de meha sibatê soz da, xebatên xwe yên ji bo pêvajoyeke veguhêz ya aşîtîyane de bidomînin”.

Berpirsê payebilind yê Fransîyayê tekezî li ser berdewamîya dîyalogê ya li gel berpirsên rêveberîya xweser û birêvebîrya Şamê kirîye û amaje bi wê yekê daye ku tevlîkirina HSD ê di nav artêşa Sûryayê de pirsgirêkeke sereke ye ji bo aramîya Sûryayê û herêmê û ji bo şerê li dijî têrorê.

Berpirsê fransî her wiha eşkere kirîye ku kareke girîng li her du alîyên çemê Feratê hatîye kirin û tekezî li ser girîngîya avêtina gavan ber bi çareserîyeke hevseng û berfireh ya ku rêzê li mafên hemû sûryayan bigire kirîye.

Nakokî li ser şêweyê tevlîbûna şervanan e

Ev daxuyanî di demekê de tên ku alozî li ser peymana 10 ê adara sala 2025 a ya di navbera serokê Sûryayê Ahmed Şer û fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî de berdewam in.

Armanca peymana tevlîkirina sazîyên sîvîl û leşkerî yên rêveberîya xweser di nav dam û dezgehên di bin kontrola Şamê de bûye.

Her çend rêkeftin bi awayekî nîvcî hatîye bicihkirin jî nakokî li ser çawaniya tevlîkirina şervanan maye.

HSD dixwaze bi vê pêkhate û fermandarîya xwe ya heyî bibe beşek ji artêşa paşerojê ya Sûryayê lê Şam dixwaze ku HSD bê belavkirin û şervan bi awayekî takekesî tevlî artêşê bibin.

Şer: mayîna HSD ê ya bi vî rengî metirsî ye

Ahmed Şer roja duşemê, di gotareke xwe de li civîna salane ya Konkordîayê ya li Nyû Yorkê de rexne li derengketina bicîhkirina peymanê girtîye û hişyarî daye ku mayîna bi vî awayê heyî ya HSD ê “herêmê dixe nav metirsîyeke mezin û dibe ku bibe sedema şerekî berfireh” ku wê bandorê li ser Îraqê, Tirkîyayê û Sûryayê bi xwe jî bike.

Rêveberîya xweser gelek caran tohmetên cudaxwazîyê red kirine û tekez kirîye ku ew naxwazin ji dewleta Sûryayê veqetin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button