H’emû nûçeSereke

Serokwezîr Nîkol Paşînyan wê li civîna payîzê ya Wekîlên Avroparlamêntê bi axavtin pêşda bê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûniştina payîzê ya meclîsa parlamênta Avropayê de  bi axaftin pêşda bê, piştra wê bersiva pirsên parlamêntara bide.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda malpera fermî ya meclîsa parlamêntara ya konsêya Avropayê  ragîhandîye.

Rûniştina payîzê ya Wekîlên Avroparlamêntê wê ji 29 ê îlonê heta 3 ê cotmehê bê lidarxistin.

Tê destnîşankirin ku di rojeva civîna payîzê de mijarên wek parastina jîyana rojnamevanên ku li  Gazayê dixebitin, û her wiha pêwîstîya bi hewldanên lezgîn ji bo berdana rojnamevanên ûkraînî yên ku ji alîyê Rûsyayê ve hatine girtin, wê hebin.

Xêncî Nîkol Paşînyan, seroka Maltayê Mîrîam Spîtêrî Dêbono û cîgirê serokwezîr, wezîrê karên der û tûrîzmê û serokê komîtêya wezîran Îên Borc jî wê li Avroparlamêntê biaxivin.

Di rûniştina payîzê de, wê nîqaş li ser mijara piştgirîya Avroparlamêntê  ji bo Qazaxistanê û rêformên dêmokratîk li wî welatî jî bên lidarxistin, ku di dema wê de serokê sênatoya Qazaxistanê, Maûlên Aşîmbayêv biaxive.

Her wiha di rojevê de rûniştineke pirs û bersivan bi beşdarîya sêkrêtarê giştî yê konsêya Ewropayê Alên Bêrsê û parlamêntaran heye. Mijara hilbijartina sêkrêtarê giştî yê Avroparlamêntê  ji bo 5 salan jî di rojeva rûniştinê de ye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button