H’emû nûçeSereke
76 selefê amêrîkîya difikirin ku Tramp ne hêjayî xelata Nobêlîyê ye

Ankêteke hevbeş ya rojnameya Washington Post û Ipsos ê nîşan dane ji çar amêrîkîya sisê difikirin ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp ne layîqî xelata aşîtîyê ya Nobêlîyê ye.
Anket di navbera 11-15 ê îlonê li seranserê welêt di nav 2 513 kesan de hatîye kirin.
Li gorî encamê hatine weşandin,76 selef bawer dikin ku Tramp ne layîqî xelatê ye, 22 selef jî piştgirîya namzedîya wî dikin.
Ji 54 selefê beşdaran gotine ku serokê berê Barak Obama jî ne layîqî xelata aşîtîyê ya Nobêlîyê nîbû, ku jêra sala 2009 a hatibû dayîn.







