Armanca Ermenîstanê ew e ku bibe navendeke têknolojîyê ya herêmî: Vahagin Xaçatûryan

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, ku bi serdana xebatê li Nyû Yorkê ye, beşdarî çalekîya li navenda navneteweyî ya Mêrîdîanê bûye, ku ji bo rêgehên pêşketina zekaya sûnî û sêktora têknolojîya bilind hatibû lidarxistin.
Di çalakiyê de, serok Xaçatûryan bi axaftin pêşda hatîye û taybetmendîyên Ermenîstanê û herêma Başûrê Kafkasîyayê raber kirîye. Ewî girîngîya dîrokî ya îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêye 8 ê tebaxê destnîşan kirîye û ew wek gaveke girîng ji bo ewlehî, aramî û pêşkeftina aborî ya welatê me bi nav kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, daxuyanîya ku ji alîyê rêveberîya serokatiya Ermenîstanê ve hatîye dayîn dîyar dike ku serokkomar bal kişandîye ser mêmorandûmên hevkarîyê yên Ermenîstan-Dewletên Yekbûyî yên ku di heman rojê de hatine îmzekirin, û tekez kirîye ku ew serdemeke nû ji bo hevkarîya di navbera her du welatan de di warê têknolojîyên bilind û nûjenîyê de vedikin.
Vahagin Xaçatûryan di axaftina xwe de tekez kirîye ku Ermenîstan bi berdewamî di rêya pêşkeftina têknolojîya bilind û dîjîtal de dimeşe, û ji bo veberhênanan hawîrdoreke reqabetê diefirîne.Ewî taybetmendîyên pêşkeftina aborî ya Ermenîstanê û derfetên berfireh ji bo veberhênanan di projeyên nûjen de raber kirîye.
Li gorî serok, armanca Ermenîstanê ew e ku bibe navendeke têknolojîya herêmî, ku tê de sepandina zekaya sûnî û çareserîyên dîjîtal ne tenê wê beşdarî mezinbûna aborî bibe, lê di heman demê de wê beşdarî baştirkirina kalîteya jîyana civakê jî bibe.







