
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) 24 ê îlonê, daxuyanîyekêda ragîhandine, ku di encama êrîşên hêzên girêdayî hukumeta Şamê de, şervanekî wan li herêma Dêr Hafirê hatîye kuştin.
Li gor daxuyanîya navenda ragîhandina ya HSD ê, komên girêdayî hukumeta Şamê 23 ê îlonê bi du dronên xwekuj êrîşî xaleke HSD ê ya li Dêr Hafirê kirine.
Dîyar kirîye jî, piştra jî malên welatîyan bi awayekî bêserûber hatine topbarankirin û di encamê de 2 şervan birîndar bûne. Yek ji wan şervanên birîndar ji ber giranîya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Navenda ragîhandina ya HSD ê daye zanîn jî, heman rojê, gundê Zubeydê jî hatibû topbarankirin û di encamê de 4 zarok birîndar bûne.
HSD ê herwiha bal kişandîye ser komkujîyekê ku li gundê Ax Tînayê yê Dêr Hafirê pêk hatibû ku di wê êrîşê de, 8 welatîyên sîvîl ku 2 ji wan zarok bûn, şehîd bûne û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Di dawîya daxuyanîya xwe de, HSD ê ev êrîşên dubare û hovane wek “nîşaneya rageşîya leşkerî” binav kirîye û gotîye: “Ev êrîş îsrara çekdarên wezîreta parastinê ya hukumeta Şamê ya ji bo derxistina alozîyan û hedefgirtina welatîyan nîşan dide”.
Li gor HSD ê, armanca van êrîşan ew e ku “tevlîhevî û tirsê bixin nava welatîyan, wana bidin koçberkirin û peymanên ku bi rêveberîya Şamê re hatine kirin, binpê bikin”.







