
Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) ragîhandîye ku serê sibehê li bajarokê behra el-Wûstayê yê rojhilatê Dêrezorê di êrîşeke DAIŞ ê de 5 şervanên wan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de eşkere kirîye ku şervanên wan bi awayekî serkeftî bersiv daye êrîşeke DAIŞ ê û ew êrîş têk birîye.
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) daye zanîn ku DAIŞ ê li bajarokê behra el-Wûstayê yê rojhilatê Dêrezorê êrîşek pêk anîye.
HSD ê di daxuyanîyê de dîyar kirîye ku “5 şervan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye” û piştî şer û pevçûyînên dijwar, opêrasyonên lêgerîn û şopandinê ji bo girtina DAIŞ ên revîyayî dest pê kirîye.
HSD ê tekez kirîye ku xwîna şehîdan li erdê namîne û anîye ziman:
“Em sersaxîyê ji malbat û hevalên wan re dixwazin û tekez dikin ku xwîna wan li erdê namîne.
Em bi hemû hêza xwe li hemberî van çeteyên têrorîst radiwestin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.
Emê hemû kesên ku beşdarî vê êrîşê bûne, piştgîrî daye yan jî plan kirîye, li gorî yasayê û bi hêza xwe bişopînin”.
HSD ê di dawîya daxuyanîya xwe de bangî xelkê herêmê kirîye ku bi hêzên ewlehîyê re hevkarîyê bikin û tekez kirîye ku ewê ji bo parastina sîvîlan û mîsogerkirina ewlehîyê opêrasîyonên xwe bidomînin.







