Hukumeta Ermenîstanê zêdebûna aborî ya sala 2026 a 5,4 selefî pêşbînî dike

Li gorî pêşnûmeya byûcêya sala 2026 a, tê texmînkirin ku hilberîna navxweyî ya giştî ya Ermenîstanê wê 11 trîlyon 933 mîlyar dram be.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan li civîna hukumetêye 25 ê îlonê, dema ku pêşnûmeya qanûna “Li ser byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanêye sala 2026 a” raber kirîye, gotîye.
Li gorî wezîr, di pêşnûmeya byûcêyê de pêşbînîya hilberîna navxweyî ya giştî wek 11 trîlyon 933 mîlyard diram tê kirin.
Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku “Pêşbînîya mezinbûna aborî 5,4 selefe, û dêflatorê berhema navxweyî jî 3 selefe.”
Hovhannîsyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Di encama başkirina rêveberîya bacê, têkoşîna li dijî aborîya tarî û tedbîrên sîyaseta bacê de, tê payîn ku rêjeya bac-berhemên navxweyî bi rêjeya 0,4 selefî baştir bibe”.







