Kêmbûna bazirganîya Ermenîstanêye der berdewam dibe

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji alîyê komîtêya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê ve hatîye ragîhandin.Qebareya bazirganîya Ermenîstanêye der çile-tebaxa sala 2025 a li gorî heman serdema sala borî bi 41,1 selefî kêm bûye û gihîştîye 12 mîlyard 9427 mîlyon dolarî.
Meha tebaxê, li gorî meha tîrmehê, bi 13,8 selefî û li gorî tebaxa sala borî jî bi 33,7 selefî kêm bûye. Di meha dawî ya havînê de, qebareya bazirganîya der gihîştîye 1 mîlyardek 519,4 mîlyon dolarî.
Hinardekirin 8 mehên pêşîn yên îsal de ji heman serdema sala 2024 a 48,8 selefî kêmtir bûye û gihîştîye 5 mîlyard 900 hezar dolarî.Meha tebaxê de, li gorî tîrmehê, bi 16,5 selefî kêm bûye, û li gorî tebaxa par jî 40,8 selefî kêm bûye. Hinardekirina ji Ermenîstanê meha tebaxê wek 586,3 mîlyon dolar tê texmînkirin.
Mehên çile-tebaxê de, îtxalat li gorî heman serdema par bi 34,9 selefî kêm bûye û gihîştîye 7 mîlyard 941,8 mîlyon dolarî. Meha tebaxê de, li gorî tîrmehê, bi 12,1 selefî kêm bûye û gihîştîye 933,1 mîlyon dolarî. Li gorî tebaxa par, heman meha sala 2025 a, qebareya îtxalatê bi 28,3 selefî kêm bûye.
Rêjeya danûstandina dramê Ermenîstanê li hember dolarê amêrîkî di meha çile-tebaxê de 389.39 diram bûye û meha tebaxê de jî 383.19 diram bûye.







