SerekeSîyasî

Li Silêmanîyê konferansa kurdnasîyê tê lidarxistin

Bi beşdarîya hejmareke kurdnasa, zimannasa û lêkoleran, konferansa kurdnasîyê li zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê tê lidarxistin.

Konfêrans wê 3 rojan bidome ku hejmareke çalakîyên hunerî û pêşangehên pirtûkan jî li xwe digire.

Bi amadebûna hejmareke nivîskar û lêkolînerên kurd û bîyanî li zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê, konfêransa kurdnasîyê dest pê kirîye.

Konfêransê de li ser ziman, sîyaset, çand û civaka kurdî gotûbêj tên kirin.

Serokê zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê  Bîlal Wehab li ser armanca konfêransê ji nûçegîhanê Rûdaw ê Pêşewa Bextyar re ragîhandîye:

“Hevdîtin ji bo danasîna navenda Keşkolê ya li zanîngeha amêrîkî ye ku şaheserên edebî yên kurdî wergerandine zimanên cîhanî, bi taybetî jî îngilîzî”.

Bîlal Wehab anîye ziman:

“Armanca me ew e ku em nifşekî nû yê kurdnasan bidin nasîn ku ew bi xwe kurd in û kurdnasîyê vedigerînin kurd û Kurdistanê, da ku em ji çavê xwe ve mijarên kurdî bi derve bidin nasîn”.

Serokê zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê  Bîlal Wehab daye zanîn ku zanîngeh girîngîyeke mezin dide gîhandina nifşekî nû û xizmetkirina civakê û daye zanîn:

“Lewra ji bilî mijarên akadêmîk, 7-8 pêşangehên hunerî û pirtûkan di konfêransê de bi rê ve diçin ku tê de  20 nivîskarî zêdetir pirtûkên xwe belav dikin”.

Bîlal Wehab her wiha destnîşan kirîye ku konferans wê 3 rojan bidome û di roja dawî de jî, wê konsêrek ji alîyê komeke hunerî ve bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button