
DW Fact Check radigihîne ku axaftina serokê Amêrîkayê Donald Tramp li civata giştî ya netewên Yekbûyî tijî nerastî û zêdegavî bûye.
Bi taybetî, Tramp îdîa kirîye ku ewî heft şer li Asyayê, Afrîkayê û Rojhilata Navîn bi dawî kirîye. Di rastîyê de, gelek ji wan nakokîyên ku ewî rêz kirine hîn jî nehatine çareserkirin yan jî hîn ne aram in, û rola wî di yên din de gumanbar e, DW Fact Check elam dike.
“Min heft şer bi dawî kirin… di navbera Kambocayê û Taylandê, Kosovoyê û Sêrbîyayê, Kongoyê û Rûandayê, Pakistanê û Hindistanê, Îsrayêlê û Îranê, Misirê û Yêvtopîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê de”,- ewî gotîye.
“Misir û Yêvtopya di serdema serokatîya Tramp de qet şer nekirine.Sêrbîyayê û Kosovyê di pevçûyînên çalak de nebûne. Peymana Tramp ya sala 2020 î li ser têkilîyên aborî bûne.
Tevî rêkeftineke ku di sala 2024 a di bin rêveberîya Tramp de hatine kirin jî, tundûtûjî li Komara Kongoyêye Dêmokratîk berdewam dibe.
Pispor hişyar dikin ku rageşîya di navbera Îsrayêlê û Îranê de hîn çareser nebûye û dibe ku dîsa zêde bibe. Karbidestên leşkerî û ewlehîyê yên Îsrayêlê û Îranê bi eşkereyî hişyarî dane ji bo nûbûna pevçûyînê.
DW Fact Check dinivîse: “Daxuyanîya mezin ya serokê Dewletên Yekbûyî li ser bidawîhatina «heft şeran» destkeftîyên wî bi girîngî zêde dike”.







