
Nava dorana civîna Organîzya Netewên Yekbûyîda, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li sera nîvvalada bi axaftin pêşda hatîye.
Rojmanevanê azêrîyî opozîsîyîonêr Ganîmat Zaydov, yê ku ji Adirbêcanê der dimîne guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye.
“Îlham Elîyêv li sera Organîzeya Netewên Yekbûyîye nîvvalada bi axaftin pêşda hatîye. Ew usa jî civakê dixapîne ku bona merasîmeke dewletêye girîng çûye Nyû Yorkê.Bi rastî ewî eşîyayên xwe hildane û çûye Nyû Yorkê bigere. Paşê ew çûye organîzeya Netewên Yekbûyî, tevî wan pênc merivên ku ji Bekûyê tevî xwe anîbû, li sera nîvvalada gilî kirîye ku çi cûreyî li Adirbêcanê bêxebatî hatîye kurtkirinê û gihîştîye hetanî pênc selefî”,- rojnamevanê azêrî facebookê da nivîsîye û razalixî elamî kulfeta Elîyêv Mêhrîban Elîyêvayê kirîye ku ewê şikilên wê sera vala kişandîye û parave kirîye.
“Bi saya wê em pê hesîyan wekî Îlham Elîyêv digot, ku sîyaseta wîye der heye, lê ber çevaye wekî Rojavayê û Rojhilatyê, usa jî Başûr û Bakûr li Organîzeya Yekbûyî dijî wî boykot kirine.







