SerekeSîyasî

Krêml hişyarîyê dide, Waşîngton tekez dike: li Rûsyayê îdî cîhekî neparastî tune ye

Berdevkê serokatîya Rûsyayê Dmîtrî Pêskov gotîye ku Krêml daxuyanîyên rayedarên amêrîkî yên li ser dabînkirina mûşekên Tomahawk bo Ûkraînayê û êrîşên wan yên muhtemel yên kûr li nav axa Rûsyayê bi baldarî lêkolîn dike.

Li gorî wî, girîng e ku meriv fêm bike ka mûşek wê ji axa Ûkraînayê ji hêla amêrîkîyan ve bên bikar anîn yan ji hêla Ûkraînîyan ve. Pêskov her wiha zêde kirîye ku dabînkirina mûşekan wê rewşa li xeta pêşin neguherîne.

Nûnerê taybet yê Dewletên Yekbûyî ji bo Ûkraînayê Kîth Kêlog li ser Fox News ê gotibû ku Donald Tramp destûr daye Ûkraînayê ku çekên dûr-menzîl bikar bîne da ku li kûrahîya axa Rûsyayê bixe.

Kêlog gotîye: “Ez difikirim, li gorî gotinên wî û yên ku cîgirê serok Cêy Dî Vêns û wezîrê  karên der  Marko Rûbîo gotine, bersiv ev e: erê, vebijarka êrîşa kûr bikar bînin. Li Rûsyayê îdî cîhekî ewle tune”.

Cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vêns, dîsa li ser Fox News ê, gotibû ku di hefteyên dawî de Rûsyayê red kirîye ku bi Ûkraynayê re hevdîtinên dualî û bi Dewletên Yekbûyî re hevdîtinên sêalî bike.

Vêns tekez kirîye ku “Em hîn jî pabendê aşîtîyê ne, lê ji bo reqasa tangoyê du kes hewce ne” û hêvîya xwe anîye ziman ku Moskva wê “hişyar bibe û rastîyê qebûl bike”.

Hefteya borî, The Wall Street Journal, bi îdîaya çavkanîyên xwe, ragîhandîye ku di hevdîtinekê de bi Vladîmîr Zêlênsky re, Donald Tramp rakirina qedexeyên li ser êrîşên çekên dûr-menzîl yên amêrîkî li ser axa Rûsyayê red nekir. Di heman demê de, li gorî rojnameyê, Tramp jî tu soz neda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button