
Piştî ku civaknas û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî nexweş ketîye û bo nexweşxaneyê hatîye rakirin di nava kurdên seranserê cîhanê de ev yek bû cîhê xemginîyê ku serokwezîr Mesrûr Barzanî jî rewşê ji nêz ve dişopîne û weqfa Îsmaîl Bêşîkçî jî spasîya serokwezîr Mesrûr Barzanî kirîye. Li gorî zanyarê dawî rewşa Îsmaîl Bêşîkçî berbi başîyê ve diçe û hizkirîyên Îsmaîl Bêşîkçî jî dibêjin ew mirovekî berxwedêr e û wê ji vê nexweşîyê jî rizagr bibe.
Dostê gelê kurd nivîskar û civaknas Îsmaîl Bêşîkçî li Dîyarbekirê dema di mîhrîcana belgefîlman ya fîlmamêd de belgefîlmek derbarê jîyana xwe de temaşe dikir nexweş ketîye û bo nexweşxaneyê hatîye rakirin ku bijişkan dane zanîn xwîn rijîyaye ser mejiyê wî. Li ser vê yekê di nava kurdên seranserê cîhanê de xemginîyek çêbûye û rewşa Îsmaîl Bêşîkçî ji nêz ve hatîye şopandin ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bo weqfa Îsmaîl Bêşîkçî daye zanîn bo dermankirina Îsmaîl Bêşîkçî ew amade ne her cûre alîkarîyê raber bikin. Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî jî spasîya serokwezîr Mesrûr Barzanî kirîye û hatîye amajekirin careke din hatîye dîtin ku kurd ji Îsmaîl Bêşîkçî hiz dikin û ew jî hêjayî vê hizkirinê ye.
Serokê weqfa Îsmaîl Bêşîkçî, Îbrahîm Gûrbûz gotîye: “Îsmaîl Bêşîkçî jîyana xwe bo kurdan xerç kirîye, di xewna xwe de jî li ser xebatên kurdolojîyê dixebitî, car-caran ji nişêka ji xew radibû, min digot çibû, digot tiştek hat bîra min divê ez binivîsim. Îsmaîl Bêşîkçî mirovekî berxwedêr e, ez bawer im wê baş bibe û çend rojên din wê vegere nav me” .
Derbarê rewşa Îsmaîl Bêşîkçî de bijîşk didin zanîn ku ber bi başîyê ve diçe û derhênarê ku jîyana Îsmaîl Bêşîkçî wek belgefîlm amade kiribû dibêje Îsmaîl Bêşîkçî nirxeke girîng û hêja ye û hemû kêlîyên jîyana dikarin bibin mijara hunerê.
Derhênerê belgefîlma bi navê “Îsmaîlê me” Fatîn Kanat gotîye: “Mamoste ji bo gelê kurdî jî û ji bo tirkên xwedî wijdan jî nirxeke girîng e.Her çiqas ez bi nexweşîya mamoste Îsmaîl Bêşîkçî xemgîn bibim jî ez bi vê yekê keyfxweş im xwedîlêderketinek xurt bo mamsote derketîye holê. Ev wêneyê ku li vê derê derketîye holê ji bo belgefîlmên pêşerojê dîmenên girîng û hêja ne. Divê ji alîyê nifşên nû ve jî bê dîtin ku kurd çiqasî ji Îsmaîl Bêşîkçî hiz dikin”.
Hizkirîyên Îsmaîl Bêşîkçî balê dikêşin ku Îsmaîl Bêşîkçî karîye bi nexweşîya xwe jî xizmeta neteweya kurd bike ku îro gelek kesayet, sazî û partîyên kurdan yên ji hev cuda difikirin jî bo Îsmaîl Bêşîkçî hatine cem hev û wêneyê yekîtîyê dane raya giştî.







