H’emû nûçeSereke
Banka cîhanî ragîhandîye ku çalakîyên geştîyarîyê li Ermenîstanê baş dibin

Li gorî rapora “Pêşveçûyîna aborî ya mehane ya Ermenîstanê-îlona sala 2025” a hatina tûrîstan di tîrmeha sala 2025 a bi 11 selefî zêde bûye.
Lêkolîn destnîşan dike: “Her çend rêjeya zedebûna hatinan di navbera çile û tîrmehê de selefekê kêm bûye, ev zêdebûn nîşan dide ku gav bi gav başbûnek di lezê de heye”.
Li gorî komîtêya tûrîstîyê, di heft mehên pêşin yên sala 2025 a de 1.17 mîlyon tûrîstan serdana Ermenîstanê kirine.Tenê di tîrmehê de, nêzîkî 264,000 tûrîst gihîştine welêt, li gorî 237,600 tûrîst di tîrmeha sala 2024 a de.







