
Serok Mesûd Barzanî 30 ê îlonê pêşwazî li şandeke dêra Ortodoks ya rûsî bi serokatîya berpirsê pêwendîyên der yên dêrê Metran Antonî pêk dihat.
Di hevdîtinê de, ku konsûlê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maksîm Rûbîn jî amade bûye, şanda dêra Ortodoks ya rûsî kêfxweşîya xwe ji bo serdana Kurdistanê anîye ziman û spasîya rola serok Barzanî di kûrkirina çanda pêkvejîyanê de kirîye.
Şandê her wiha pesinê aşîtî û hemahengîya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê de daye û tekez kirîye ku ew bi girîngîyeke mezin li Herêma Kurdistanê dinêrin, ku wek herêmeke xwedî bawerîyeke kûr bi pêkvejîyanê ye.
Her wiha şanda mêvan daxwaza xwe ya ji bo berdewamî û pêşxistina pêwendîyan li gel hemû navendên olî yên Kurdistanê anîye ziman.
Ji alîyê xwe ve, serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvana kirîye û tekezî li ser pêwendî û dostanîya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê de kirîye.
Serok Barzanî behsa çend mînakên dîrokî yên dilsozî û hevgirtina pêkhateyên Kurdistanê di demên dijwar de kirîye û amaje bi wê yekê kirîye ku gelê Kurdistanê ji dil û bi bawerîyeke tam, bi lihevhatin û pêkvejîyanê bawer e.
Serok Barzanî di dawîyê de gotîye: “Ev yek bûye çandeke bihêz ku rehên wê di dîrokê de ne û wê ji bo nifşên paşerojê jî bimîne”.







