H’emû nûçeSereke

Baregeha Wizz Air li Ermenistanê bi fermî hate vekirin

Bi hatina geşta Nêapol-Yêrêvanê, baregeha Wizz Air li Ermenîstanê bi fermî hate vekirin.

Li gorî «Armenpress» ê, du balafirên nû yên Wizz Air yên pir mezin wê li baregeha Ermenîstanê ya hevaltîyê bên bicîhkirin.

Rêveberê balafirgehên navneteweyî yên Ermenîstanê  Marsêlo Wêndê bi xêrhatina her kesî û pîrozkirina vê bûyera girîng, destnîşan kirîye ku Wizz Air yek ji wan hevaltîyên hewayî yên herî zêde tê xwestin li cîhanê ye, û ew serkeftineke mezin e ku balafirgeha Yêrêvanê wek balafirgeha xwe ya bingehîn hilbijartîye.

Marsêlo Wêndê tekez kir ku cara yekem di dîrokê de, wana ji Yekîtîya Avropayê firînek ber bi Gumirîyê  pêk anîye. “Girîng e ku bê zanîn ku li Gumirîyê xizmeteke me ya bi kalîte heye. Û em hêvî dikin ku em ê di demek nêzîk de karibin berfirehkirina balafirgeha «Zvartnos» ê dest pê bikin da ku em karibin bêtir geştan xizmet bikin”,- rêveberê balafirgehên navneteweyî gotîye.

Serokê «Wizz Air Hungary» ê Ronald Tîşnêr, pêşwazî li beşdaran kirîye û destnîşan kirîye ku pênc meh berê hatibû ragîhandin ku li Yêrêvanê baregeheke nû û du balafir hebin.

“Îro, balafira yekem li vir e û dest bi xebatê kirîye, ya duyem jî wê di 26 ê cotmehê de bigihîje. Ev hevaltîya hewayî li 50 welatan, di 200 alîyan de dixebite, nêzîkî 9,300 karmendên wê hene. Ev hevaltî bi her vekirina baregeheke nû pisporên herêmî jî dikişîne. Sala 2025 a de, Wizz Air 72 mîlyon rêwî veguheztîye, li 16 welatan 34 baregeh hene. Yêrêvan bûye yek ji wan.”

Wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan tekez kirîye ku armanca stratêjîk ya wezîretê ew e ku di salên pêş de salane herî kêm 3 mîlyon geştyar hebin. Ji bo vê yekê, girîng e ku marqeyên navneteweyî, di nav de hevaltîyên veguhastin û hewavanîyê, bikevin Ermenîstanê.

“Heger berî çend salan, bo nimûne, ji Ermenîstanê ber bi Romayê rêwîtîyeke biha û dirêj bi rawestgehên navber hewce dikir, îro ev rê bilez, gihîştî û rehet bûne. Ev ne tenê ji bo welatîyên me, lê di heman demê de ji bo  tûrîstên ji welatên cuda yên ku dixwazin serdana Ermenîstanê bikin jî girîng e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button