H’emû nûçeSereke

Dadgeha avropî ji Bekûyê rapora li ser dîlên ermenî dixwaze

Dadgeha mafên mirovan ya Avropayê daxwaz ji Adirbêcanê kirîye ku raporek li ser girtin û rewşa tenduristîyê ya 23 girtîyên ermenî yên ku li girtîgehên Bekûyê ne, raber bike û heta 4 ê mijdarê wek dawî destnîşan kirîye.

Nûnera berjewendîyên girtîyên ermenî li dadgeha avropî Sîranûş Sahakyanê ji “Azaî” ê re gotîye ku  meha tîrmehê de, alîyê Adirbêcanê daxwaznameyek raberî dadgehê kiribû ku erkê xwe yê raberkirina raporê raberke. Lê belê, piştî nerazîbûnên hukumeta Ermenîstanê û nûnerên girtîyan li dadgeha avropî, dadgehê di dawîyê de daxwaznameya Adirbêcanê red kirîye û Bekû neçar kirîye ku agahdarîya li ser girtîyên ermenî raber bike.

Girtîyên ermenî yên li zindanên Bekûyê nêzîkî 3 mehan e ku di tecrîdeke tevahî de ne, tu rêxistineke navneteweyî ya serbixwe serdana wan nekirîye. Derbarê ragirtin, tenduristî yan rewşa wan ya psîkolojîk de tu agahî tune ye.

Nûnerên komîteya navneteweyî ya xaçê Sor herî dawî di meha hezîranê de serdana girtîyên ermenî kirine. Vê rêxistina navneteweyî di meha îlonê de li ser daxwaza rayedarên Adirbêcanê çalakîyên xwe yên li Bekûyê bi awayekî daîmî rawestandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button