“Fêstîvala şeraba Arênîyê” wê 4 ê cotmehê bê lidarxistin û bi deha zêdetir şerabçêkir wê beşdarî wê bibin

Şerabên cûre-cûre, xwarinên xweş, bernameyeke konsêrê: “Fêstîvala şeraba Arênîyê” wê 4 ê cotmehê li civaka Arênîyê bê lidarxistin.
Ew bi dehan şerabçêkirên pîşesazî û malê, xwaringeh, komên stran û reqasên neteweyî, kesên ku tiştên destan raber dikin û bi hezaran mêvanan tîne cem hev.
Di civîna çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîyee lidarxistin, seroka komîtêya tûrîstîyê ya wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyanê destnîşan kirîye ku komîtê piştgirîyê dide 15 fêstîvalên tûrîstîyê, tevî çalakîya girîng ya ku li Arênîyê tê hêvîkirin.
Lûsînê Gêvorgyanê gotîye: “Fêstîvalên bi vî rengî yek ji baştirîn rêbazên aktîvkirina tûrîstîyê li herêman in. “Fêstîvala şeraba Arênî” ji xwe xwedî rêgeheke, dîrokeke xwe ye û yek ji fêstîvalên bijare ye”.
Damezrîner û rêvebera fonda “Fêstîvala Arênî” ê Nûnê Manûkyanê destnîşan kirîye ku ew bernameyeke pir dewlemend raber dikin.
Nûnê Manûkyanê gotîye: “Dema ku ji min tê pirsîn ka çi nûçe wê bên, ez her tim dibêjim, werin civaka Arênîyê û bi xwe bibînin ka gund çawa pêş dikeve. Bi salan e, ew ji naskirinê wêdetir guherîye.Avakirineke çalak heye, otêl û malên mêvanan yên nû vedibin, ku ev yek pir dilxweşker e. Gelê civakê bi heyecan e û li benda vê fêstîvalê ye. Kêmasîya şerabên malê û pîşesazîyê tune. Beşdarbûna fêstîvalê di heman demê de derfetek baş e ku meriv serdana cîhên xweşik yên herêmê bike û derfetên tûrîstîyê kifş bike”.
Fêstîval wê seheta 12:00 a bi merasîma pelçiqandina tirîya dest pê bike. Her wiha tê payîn ku bernameyeke konsêrê jî hebe. Rêvebera fonda geşepêdana Arênîyê Syûzanna Margaryanê destnîşan kirîye ku fêstîvalên bi vî rengî bandoreke mezin li ser pêşveçûyîna civakê dikin.
Armanca çalakîyê ew e ku kevneşopî û çanda şeraba Ermenîstanê bê nîşandan, tevgera aborî ya civaka sînor aktîv bike û asta jîyanê bilind bike.







