H’emû nûçeSereke
Ban: Ermenistan: çand û xwarinên netewên kêmjimar wê li Aparanê bên raberkirin

Bi piştgiriya hukumeta Komara Ermenîstanê û wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û sportê, fîlharmonîya Ermenîstanêye dewletê wê 5 ê cotmehê li Aparanê çalakîyek ji bo roja netewên kêmjimar li dar bixe.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê radigihîne ku wê rojê, çand û xwarinên netewên kêmjimar wê di bin banekê de bên raber kirin.
Cîgirê wezîrê perwerdê, zanistê, çandê û sportê Danîêl Danîêlyan wê di çalakîyê de amade be.







