H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Albanyayê li ser şaşîya Tramp ya tevlihevkirina Ermenîstanê bi welatê wî henekan dike

Serokwezîrê Albanyayê Êdî Raman di hevdîtina xwe ya li Kopênhagênê bi serokkomarên Fransîyayê û Adirbêcanê  Êmanûl Makron û Îlham Elîyêv re li ser şaşîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp henek kirîye.

Di çend axaftinên xwe de, serokê Amêrîkayê şaşî kirîye û dema behsa peymanên Waşîngtonê kirîye û dewsa Ermenîstanê gotîye Albanya.

Li gorî “Armenpress” ê, di vîdyoyekê de ku li ser înternetê belav bûye, Raman ji Makron re dibêje ku divê Makron lêborînê bixwaze ji ber ku ewî û Elîyêv ji bo peymana aşîtîyê ya di navbera Albanyayê û Adirbêcanê de ku bi navbeynkarîya serok Tramp hatîye îmzekirin pîroz nekirîye.

Di bersivê de, hemû amadevan dikenin, û Makron dibêje ku ew pir poşman e ku ew pîroz nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button