
Komîtêya Amêrîkayêye neteweyî ya ermenîyan pabendbûna rêveberîya serokê Amêrîkayê Tramp ya ji bo “Mîsogerkirina vegera penaberên Arsaxê, azadkirina dîlên ermenî û parastina cîhên pîroz yên xiristiyanan” silav dike.
Komîtêya neteweyî ya ermenîyan ragîhandîye ku rêveberîya Tramp-Vans, hefteya borî di gaveke bêhemp de, ragîhandîye ku Dewletên Yekbûyî bi awayekî çalek Yêrêvan û Bekûyê teşwîq dike ku “vegera ermenîyên êtnîk bo Qerabaxê” mîsoger bikin.
Komîtêyê ragîhandîye ku di nameya 25 ê îlona sala 2025 a de ku ji alîyê nûnerê ofîsa kar û barên wezîreta karên der Pol Gûalyanonên ve hatîye îmzekirin, her wiha hatîye destnîşankirin ku Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî darizandinên ermenîyên ku li Adirbêcanê hatine girtin ji nêz ve dişopîne û piştrast kirîye ku “Karmendên balyozxaneya Amêrîkayê li Bekûyê her gava ku gengaz be beşdarî rûniştinên dadgehê dibin”.
Li gorî Hay datê, Gûalyanonên nameyê bi tekez kirina ku wezîreta karên der berdewam dike “daxwaz ji hukumeta Adirbêcanê dike ku mîrata çandî ya ermenî li Qerabaxê biparêze”.
Rêveberê giştî yê komîtêya Amêrîkayêye neteweyî Aram Hambaryan gotîye: “Em pêşwazîyê li sozên rêveberîya Tramp-Vans dikin, ku di bersiva nameya dualî de ku ji hêla 87 endamên koma ermenîyan ya Kongrêsê ve hatîye îmzekirin hene, û em ji niha ve bi hevalbendên xwe yên kongrêsê, hevkarên koalîsyonê û çalakvanên civakê re dixebitin da ku van sozan veguherînin encamên pratîkî”.
Nameya koma ermenîyan ya Kongresê, ku ji hêla kongrêsmên Frank Palon, Gas Bîlîrakîs, Brêd Şêrman û Dêyvîd Valadao ve hatibû destpêkirin, ji hemî alîyên vê nakokîya çaresernekirî xwest ku vegera kolêktîv, parastî û bi rûmet ya ermenîyên koçber bo welatê xwe yê dîrokî mîsoger bikin.
Li gorî daneyên fermî, 23 girtîyên ermenî li girtîgehên Bekûyê têne girtin. Hin ji wan bi tohmetên cûre-cûre cezayên demdirêj li wan hatîye birîn, lê darizandina beşa din, ku di nav wan de serokatîya leşkerî-sîyasî ya Arsaxê jî heye, 8 meh in berdewam dike.







