
5 ê cotmehê, li mala çandê ya Aparanê çalekîyeke cejinê bi navê “Ban Ermenîstan e” ji bo roja netewên kêmjima hatîye lidarxistin. Ev destpêşxerî di bin çavdêrîya hukumeta Ermenîstanêda, bi fînansmana wezîreta çandê, sportê û tûrîzmê û destpêşxerîya fîlharmonîya Ermenîstanêye dewletê hatîyee pêkanîn.
Nûnerên civakên asûrî, cihî, yûnanî, êzdî, almanî, rûsî, bêlarûsî, ûkraînî, gurcî, kurdî û polonî yên Ermenîstanê beşdarî bernameya cejinê bûne.
Çalakî du pêkhateyên sereke dihewîne: çand û xwarin.
Di beşa yekem ya bernameyê de, bernameyek konsêrtê li hola mala çandê ya Aparanê hatîyee lidarxistin, di dema wê de komên stran û reqsê yên ji civakên cuda stiran, reqs û pêrformansên mûzîkê yên neteweyî raber kirine, ku mîrata çandî ya cihêreng ya gelên ku li Ermenîstanê dijîn nîşan didin.
Piştî bernameya çandî, pêşandana xwarinên neteweyî pêk hatîye: nûnerên civakê xwarinên kevneşopî raberî temaşevanan kirine, reçete û rêbazên çêkirina xwarinê raber kirine.
Armanca projeya “Ban: Ermenîstan” ew e ku beşdarîya çandî ya netewên kêmjimar û rûyê çandî yê cîhêreng yê Ermenîstanê nîşan bide.







