
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî nûnerê Amêrîkayê yê kar û barên Sûryayê Tom Barak û fermandarê fermandarîya navendî ya Amêrîkayê admîral Brêd Kûpêr pêşwazî kirine.
Di civînê de, çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin ku di serî de bilezkirina cî bi cîkirina peymana 10 ê adarê û rakirina cezayên li ser Sûryayê hebûn.
Gotûbêj li ser gavên pratîkî yên ji bo bilezkirina cî bi cîkirina peymana 10 ê adarê ya di navbera serokkomarê Sûryayê yê qonaxa veguhêz Ahmed Şer û general Mezlûm Ebdî de hatine kirin.
Her wiha mijarên wekî hêsankirina rakirina cezayên li ser Sûryayê, avakirina jîngeheke ewle ji bo hilberîn,bipêşxistin û hêsankirina vegera koçberan hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyanîya rêveberîya xweser ya Rojavayê Kurdistanê her du alîyan tekezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo domandina hevpeymanîya di navbera hevpeymanîya navneteweyî û Hêzên Sûrya Demokratîk de kirîye.
Hevpeymanî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ ê û hewînkirina aramî û ewlehîya herêmê ye, bi awayekî ku yekparçebûna axa Sûryayê biparêze.
Li alîyê din, Tomas Barak li ser platforma X ê behsa hevdîtinê kirye û gotîye: “Îro ji bo gotûbêjên girîng bi fermandarê Hêzên Sûrya Demokratîk Mezlûm Ebdî re min bi hevaltîya fermandarê CENTCOM ê admîral Kûper re serdana bakûrê rojhilatê Sûryayê kirîye”.
Barak her wiha gotîye: “Ev pêşhat, dîtina serokê Amêrîkayê Donald Tramp xurtir dike ku bi rêya bihêzkirina sûryanya ya ji bo yekbûna bi hemû sûryan re di hewleke nû de ji bo aşîtî û pêşhateke hevpar, derfetekê bide Sûryayê”.
10 ê adara sala 2025 a, Mezlûm Ebdî û Ahmed Şer peymaneke ji bo întêgrasîyakirina Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) di nav sazîyên dewletê de îmze kiribûn û lihevkiribûn ku ji bo şopandina cî bi cîkirinê komîtê bên avakirin.







