Ermenîstan wek navendeke lojîstîkê ya herêmî:projeya “Xaçerêya cîhanê” û derfetên nû: Manasêryan

Tevî rewşa navneteweyî ya aloz, ji bo Ermenîstanê di çarçoveya yekîtîya aborî ya Avrasyayê de hîn jî altêrnatîvên ji bo întêgrasîyona herêmî tune ne.
Tatûl Manasêryan, serokê navenda lêkolînên altêrnatîv û endamê klûba pisporên Avrasyayê, wextk sivira gilover li ser “Pirsgirêkên niha yên alîyên sîyasî û aborî yên têkilîyên Ermenîstanê-Rûsyayê yên hemdem” tekez kirîye ku Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ji bo welêt formateke sereke ya întêgrasîyona aborî dimîne. Manasêryan gotîye: “Hevkarîya aborî di nav yekîtîyê de ye ku rê daye Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî di hilberîna pêtrolê û gazê û hilberîna çandinîyê de pozîsyonên pêşeng bigire”.
Ewî her wiha dîyar kirîye ku îro Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî girîngiyê dide bernameyê, lê pêvajoyên întêgrasyonê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Di nav wan de, pispor êmbargoyên Rojavayê destnîşan kirîye, ku ne tenê ji bo Rûsyayê, lê di heman demê de ji bo tevahiya yekîtiyê hin pirsgirêkan diefirînin. Manasêryan destnîşan kirîye ku “Girîng e ku welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ne tenê ji welatên pêşketî yên li derveyî welêt, lê di heman demê de ji hev jî fêr bibin.Divê em fêm bikin ku hevkarên yekîtîyê bi çi dijîn da ku bernameyên hevbeş rêalîst û gengaz bin”.
Pispor bi taybetî bal kişandîye ser destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, ku ewî gotîye, dikare welêt veguherîne navendeke lojîstîkî ya herêmî, nemaze piştî peymanên ku piştî şerê çar rojan bi dewletên cînar re hatine çêkirin. Ewî zêde kirîye ku di çarçoveya stratêjîya şûna îtxalatê de, girîng e ku meriv fêm bike ka Ermenîstan niha çi kelûpelan îxrac dike û peymanên bazirganîya azad yên bi Îranê, Sêrbîyayê, Sîngapûrê û Vîêtnamê re çawa bandorê li mezinbûna aborî ya welêt dikin.
Endamtîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de bandoreke aborî ya eşkere heye.Vahagin Hakobyan, endamê fraksyona “Peymana sîvîl” ya desthilatdar û cîgirê serokê komîteya daîmî ya pirsgirêkên herêmî û întêgrasîyona Avrasyayê, destnîşan kirîye: “Endamtîya di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de niha ji bo Ermenîstanê alternatîvek tune û rê da me ku em serkeftineke mezin bi dest bixin.”Ewî zêde kirîye ku bi saya beşdarîya di yekîtîyê de, me karîbû ji rewşa aborî ya navxweyî derbaz bibin û bi girîngî qebareya bazirganîya derve bi welatên din yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re zêde bikin.
Parlamêntar tekez kirîye ku avantajên sereke yên endametîyê nebûna astengîyên gumrikê, tevgera azad ya sermaye û kedê, û her weha gihîştina bazara mezin ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîyê ne. Hakobyan destnîşan kirîye ku “Van hemûyan avantajeke mezin daye Ermenîstanê û bûye sedema geşbûna aborî ya ku em îro dibînin”.
Li gorî pisporan, rewşa guncaw ji bo aborîya Ermenîstanê wê di sala 2025 a de jî berdewam bike.Manasêryan tekez kirîye ku faktora sereke wê bikaranîna avantajên reqabetê yên welêt di çarçoveya herêma aborî ya azad ya di navbera Îranê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de, û her weha aktîvkirina têkiliyên bi Rûsyayêra û welatên din yên yekîtîyê re be. Ewî zêde kirîye ku rêveberîya bi bandor ya aborîyê û bikaranîna potênsîyala pîşeyî ya dîyasporaya Ermenîstanê ne kêmtir girîng e, ku wê bihêle ku komara ji derfetên ku vedibin sûd werbigire.







