
Civîneke payebilind di navbera şandeyeke rêveberîya xweser û şandeyeke hukumeta veguhêz li Şamê de dest pê kirîye. Armanca sereke ya civînê gotûbêjkirina dosyayên sîyasî û ewlehîyê ye di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 10 ê adarê de.
Şandeya rêveberiya xweser, ji bo hevdîtina bi hukumeta veguhêz re ya di çarçoveya hewilên berdewam yên bicihanîna bendên peymana 10 ê adarê ya di navbera fermandarîya HSD ê û hukumeta veguhêz de hatîye îmzekirin, 7 ê cotmhê gihîşte Şamê.
Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, şandeya rêveberîya xweser ji fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, hevseroka daîreya têkiliyên der Îlham Ahmedê û fermandara yekîneyên parastina jin (YPJ) Rohilat Efrînê pêk tê. Ji alîyê hukumetê ve jî serokê qonaxa veguhêz Ahmed Şera û wezîrê karên der Esed El Şeybanî di civînê de amade ne.
Ev hevdîtin wek gaveke girîng di çarçoveya hewldanên berdewam yên ji bo bicihanîna peymana 10 ê adarê de tê dîtin, ku ew peyman di navbera fermandarîya giştî ya HSD ê û hukumeta veguhêz de hatibû îmzekirin.
Ev pêngav, piştî civîna girîng ya roja 6 ê cotmeha sala 2025 a tê, ku tê de berpirsên payebilind yên rêveberîya xweser û HSD ê, li gel şandeyeke hevpeymanîya navdewletî bi serokatîya nûnerê taybet yê Amêrîkayê yê li Sûryayê Tom Barak û fermandarê fermandarîya navendî ya Amêrîkayê (CENTCOM) admîral Brêd Kûpêr re civîyabûn.







