
Di panêla bi sernavê “Welatên Şamê piştî pevçûyînê: stratêjîyên jinûve avakirin û yekbûnê” ya forûma MERI ê de paşeroja Sûryayê hatîye gotûbêjkirin.
Di panêlê de çar pisporên ji warên cuda amade bûn û krîz û derfetên li herêmê nirxandin.
“Pêşnîyara avakirina bloka aborî”
Nûnerê forûma ramana erebî ya li Urdinê Seîd Beha bal kişand ser bandorên neyînî yên krîzên herêmî û cîhanî û şerên bazirganiyê yên li ser aborîya welatên Rojhilata Navîn.
Seîd Beha dîyar kirîye ku li Urdinê tevî ku welatekî bi îstiqirar e jî hêdîbûna pêşketina aborî, zêdebûna rêjeya bêkarîyê û zêdebûna deynê giştî bûye pirsgirêkeke cidî.
Ewî her wiha tekez kirîye ku Sûryayê ji ber midaxeleya welatên din rastî zehmetîyên mezin hatîye, li Îraqê hîn komên çekdar hene û li Libnanê jî sîstêma sîyasî “felc bûye”.
Beha anîye ziman ku divê aborîya welatên wek Îraqê, Sûryayê, Urdinê, Felestînê û Libnanê baştir bê birêvebirin û gotîye:
“Ji bo vê armancê, divê blokeke aborî ya mîna avakirina Yekîtîya Avropayê ya piştî þerê cîhanê yê duyem bê damezrandin”.
Li gorî Beha, ev blok dikare welatên wek Sûryayê û Îraqê jî li xwe bigire û bazareke hevbeş ya berfireh ava bike, bi vî awayî gelên herêmê dikarin sûdê ji aşîtî û îstiqirarê wergirin.
“Divê îstiqirara navxweyî bibe bingeha jinûveavakirinê”
Serokê navenda lêkolînan ya Libnanê Mekrem Ûvêys behsa krîzên navxweyî yên ku ji sala 2019 a li Libnanê bandoreke cidî li welêt hiştîye kirîye û bal kişandîye li ser pirsgirêkên li ser sînorê Sûryayê-Libnanê.
Mekrem Ûvêys dîyar kirîye ku Libnanê bi awayekî sîstematîk ber bi paş ve diçe, beşek ji vê yekê ji ber kêmasîya lihevkirina navxweyî û beşek jî ji ber “ji nû ve zêdebûna midaxeleyên derve” ye.
Ûvêys gotîye ku piranîya welatên herêmê yan raste-rast di nav pevçûyînê de ne yan jî gelekî nêzîkî wê ne û ev yek “rê li ber herikîna sermayeyê, vegera welatîyan û pêşketina navxweyî digire”.
Ûvêys ji bo paşeroja herêmê sê pêşnîyarên bingehîn raber kirine:
“Tîmek di navbera hukumetan de bê avakirin û raste-rast bi pirsgirêkên herêmî yên heyî re mijûl bibe.
Dîyalog di navbera welat û herêman de bê xurtkirin.
Bi rêya bernameyên guhertina xwendikaran têkilîyên çandî bên zêdekirin”.
“Divê Sûrîya bibe faktora îstiqirarê”
Nûnerê platforma dîyaloga Sûryayê Şêrwan Yûsif bal kişandîye ser rewşa nedîyarîya ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed li welêt berdewam dike.
Yûsif anîye ziman ku aktorên nû yên herêmî yên ku piştî rûxandina Esed derketine holê derfetên ji bo guherîn û dîyalogê pêşkêş dikin lê zihnîyeta ewlekarîyê ya rêjîmê hîn jî di bingeha gelek pirsgirêkan de cîh digire.
Yûsif daye zanîn ku mijarên têkildarî kurd, elewî, durziyan û pêkhateyên din yên li Sûryayê hîn jî “bi aqilê ewlehîyê yê rêjîmê” tên nirxandin û gotîye ku divê welat bi modêlekî birêvebirîyê yê beşdar û berfireh ji nû ve bê avakirin.
Yûsif dîyar kirîye ku ji nû ve eleqedarbûna civaka navneteweyî ya bi Sûryayê re ji bo vê guherînê derfetek e û tekez kirîye ku biryara 2254 a ya Neteweyên Yekbûyî û peymana 10 ê adarê bingeheke baş ava dikin.
Ewî her wiha gotîye ku berî derbazbûna projeyan û bernameyên bipêşketinê, divê di navbera welat û civakan de jîngeheke dîyalog û têgihiştinê ya rast bê avakirin.
“Sûrya dikare bibe navend û xeleka yekbûnê”
Birêvebirê navenda Omranê Emmar Qehf rûxandina rêjîma Beşar Esed wekî “guhertineke kûr û cîdî” bi nav kirîye û gotîye ku vê yekê ji bo Sûryayê derfeteke nû efirandîye.
Emmar Qehf dîyar kirîye ku divê Sûrya ne gef be, belkî bibe navenda îstiqirarê û xeleka yekbûnê ji bo Îraqê, Libnanê, Urdinê, Tirkyayê û bi giştî Rojhilata Navîn.
Rêveberê navenda Omranê destnîşan kirîye ku kêmbûna bandora komên çekdar yên nêzîkî Îranê di derketina vê derfetê de roleke girîng lîstîye û anîye ziman ku Sûrya dikare bi avakirina pêwendîyên saxlem bi welatên wekî Rûsyayê, Amêrîkayê û Avropayê re, ji bo ji nû ve avakirina îstiqirara herêmî rola pirekê bilîze.







