SerekeSîyasî

HSD: komên çekdar der-dora bendava Tişrînê topbaran dikin

HSD ê ragihandîye ku komên çekdar yên hukumeta Sûryayê agirbest binpê kirîye û der-dora bendava Tişrînê topbaran dikin.

Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya li der-dora bendava Tişrînê li ser hesabê xwe yê daxuyanîyek belav kirîye.

Li gorî daxuyanîya HSD ê, îro demjimêr der-dora seheta 17:30 î Girê Sêryetelê û der-dora bendava Tişrînê bi topên giran hatine armanckirin.

HSD ê daye zanîn ku topbaran ji çeperên komên çekdar yên li nêzîkî bajarê Minbicê hatîye kirin û gotîye:

“Ev êrîş wekî pêşhateke nû û binpêkirina agirbestê ye”.

Li ser zîyanên canî û madî yên êrîşê heta niha tu agahî nehatine belavkirin.

HSD ê danê sibehê jî daxuyanîyek belav kiribû.

Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) ragîhandîye ku îro der-dora bendava Tişrînê kesekî êrîşkar hatîye kuştin û daye zanîn:

“Îro serê sibehê, komeke çekdar yên hukumeta Şamê hewl da ku derbasî yek ji xalên li çoltera der-dora bendava Tişrînê bibe”.

Li gorî daxuyanîya HSD ê çekdarên hukumeta Sûryayê ji bo ku şervanan bikin armanc û aramîya herêmê têk bidin bombeyên destan bi kar anîne.

HSD ê dîyar kirîye ku hêzên wan yekser bersiv daye koma êrîşkar û pevçûyînên raste-rast derketine, di encamê de endamekî êrîşkaran hatîye kuştin.

Hatîye gotin ku endamên din yên komê termê hevalê xwe li cîhê pevçûyînê hiştîye û revîyane.

Ajansa fermî ya Sûryayê SANA ê jî piştrast kirîye ku çekdarek hatîye kuştin.

Her wiha di dawîya daxuyanîya HSD ê de hatibû gotin ku hêzên wan ji bo bersiva gefan û têkbirina hewldana derbazbûnê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button