“Xaçerêya aşîtîyê” li “deriyê cîhanê”: axaftina Paşînyan li Bryûsêlê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Bryûsêlê di konferansa navneteweyî ya “Derîyê cîhanê” de, ku cara duyemîn tê lidarxistin, ragîhandîye ku ev pir sembolîk e ku Ermenîstanê înîsîyatîva nû ya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye, ku dikare bibe navendeke girîng ji bo têkilîyên Rojhilat-Rojavayê û Bakûr-Başûr.
Di axaftina xwe de, serokwezîrê Ermenîstanê tekezî li ser rola Ermenîstanê ya di hevkarîya herêmî û pêvajoyên avakirina aşîtîyê de bi rêya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” kirîye.
Paşînyan tekez kirîye ku Ermenîstana ku dorpêçkirî ye baş girîngîya hevkarîya berfireh û wekhev fêm dike, û destnîşan kirîye ku gihîştina sînorkirî ya binesazîyê bi salan e rê li ber pêşketin û yekbûna herêmî ya welêt digire.
Li gorî serokwezîr, bi saya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, û her weha trêndên erênî yên ku di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstanê-Tirkîyayê de têne dîtin, fikira “Xaçerêya aşîtîyê” ji têorîyê vediguhere rastîyê.
Li gorî Nîkol Paşînyan, di encama civîna aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê bi piştgirîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp pêk hatîye, di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de peymanek hatîye çêkirin ku wê binesazîyên herêmî li ser bingeha prînsîpên yekparçya axê, serwêrî û beramberîya dewletan veke.
Paşînyan her wiha dîyar kirîye ku TRIPP armanc dike ku li gorî vîzyona berfireh ya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” têkilîyên xwe li Başûrê Kafkasyayê û derveyî wê berfireh bike.
Paşinyan gotîye:”Ji bo cara yekem di dîroka nûjen de, herêma me hem ji hêla sîyasî û hem jî ji hêla lojîstîkî ve amade ye ku potênsîyala xwe ya nehatî bikaranîn veke û tevlî girêdanên bênavber yên di navbera Avropayê, Kafqasya Başûr û Asyaya Navîn de bibe. Rêya Tramp ber bi aşîtî û refaha navneteweyî ve, ku wek rêya TRIPP jî tê zanîn, projeyek veberhênanê ya sozdar e ku gelek derfetan, ji ragîhandina rîya hesin bigire heya hevkarîya ÿnêrjîyê, vedihewîne”.
Rêberê Ermenîstanê destnîşan kirîye ku beşdarîya çalek ya Yekîtîya Avropayê li Başûrê Kafkasyayê û Asyaya Navîn di demek girîng de tê, û amadebûna Ermenîstanê ji nû ve piştrast kirîye ku ne tenê di warê binesazîyê de, lê di heman demê de di warên nûjenîya dîjîtal, hevkarîya ênêrjîyê û hevahengîya rêziknameyî de jî wek pirek xizmet bike.
Paşînyan her wiha gotîye ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de qet ewqas nêzîk nebûne.
Serokwezîrê Ermenîstanê axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Ez bi dil û can hêvî dikim ku gotinên min we îlham bikin ku ji bo aşîtî, aramî, berxwedan û serfirazîyê biryarên wêrek bidin”.







