
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragîhandîye, ew bi hukumeta Şamê re gihiştine rêkeftineke destpêkî ji bo tevlîbûna HSD ê di nav artêşa Sûryayê de. Ebdî her wiha eşkere kirîye, wê destûra Sûryayê bê guhertin da ku mafên gelê kurd mîsoger bike û mizgînî da koçberên Efrînê ku vegera wan ya li ser warên xwe nêzîk bûye.
Tevlîbûna artêşê û serdana Şamê
Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de dîyar kirîye, danûstandinên bi hukumeta Sûryayê re ber bi qonaxeke nû ve diçin û rêkeftineke destpêkî ji bo tevlîbûna HSD û hêzên ewlekarîya hundirîn di nav wezîretên parastin û karên hundir yên Sûryayê de hatîye kirin.
Ji bo pêkanîna vê rêkeftinê, Ebdî daye zanîn ku “komîtêyên leşkerî yên hevbeş wê di demek gelek nêzîk de serdana Şamê bikin” da ku hûrgilîyên têknîkî û leşkerî gotûbêj bikin.
Guhertina destûrê û mafên kurdan
Derbarê çareserîya sîyasî û paşeroja kurdan li Sûryayê de, fermandarê giştî yê HSD ê tekez kirîye, danûstandinên wan bi Şamê re ne tenê leşkerî ne. Li gorî Ebdî, hukumeta Sûryayê razîbûna xwe nîşan daye ku destûra welat bê guhertin û mafên gelê kurd tê de bi awayekî fermî bên parastin. Hatîye ragîhandin ku şandeyeke hevbeş ya kurdî jî wê di demeke nêzîk de ji bo gotûbêjkirina van mijarên sîyasî serdana Şamê bike.
Çarenûsa Dêrazorê û Reqayê
Li ser pirsa radestkirina bajarên wekî Dêra Zor û Reqayê ji hukumeta navendî re, Mezlûm Ebdî bi awayekî zelal gotîye “Radestkirina Dêrazorê, Reqayê yan jî her herêmeke din ya Bakûr û Rojhilatê Sûryayê ne di rojeva me de ye”.
Herwiha Ebdî destnîşan kirîye, statûya van parêzgehan bi şêwazê rêveberîya giştî ya Sûryayê ve girêdayî ye û mafê gelên van herêman e ku sîstema herî baş ji bo xwe hilbijêrin.
Vegera koçberên Efrînê
Di dawîya daxuyanîya xwe de, Mezlûm Ebdî mizgînî da bi hezaran koçberên Efrînê û gotîye ku vegera wan ya li ser mal û milkên xwe nêzîk e. Herwiha anîye ziman ku mijara vegera koçberên Efrînê, Serê Kanîyê û Girê Spî bi hukumeta Sûryayê re hatîye axaftin.
Ebdî dîyar kirîye, ev pêvajo wê di qonaxên bê de Serê Kanîyê û Girê Sipî jî li xwe bigire, lê ewî tekez kirîye ku “vegera bi awayekî giştî di dema niha de zehmet e”.







