H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan behsa xebatên ji bo pêkanîna TRIPP ê kirîye

Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî ji bo pêkanîna projeya TRIPP (Rêya Tramp ber bi aşîtî û geşepêdana navneteweyî) xebata hevbeş pêk anîne û pêk tînin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  di civîna çapemenîyê ya hevbeş  bi seroka  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê, wezîra Fînlandîyayêye karên der Êlîna Valtonênê ragîhandîye.

“Beşa rîya hesin ya ku wê ji başûrê Ermenîstanê derbaz bibe wê wek TRIPP bê binavkirin, nav û prînsîpên wê yên zelal hene. Ev prînsîp yekparçeya axê, neşikênandina sînoran, serwêrî, desthilata welatan li ser van binesazîyan û bê guman, beramberî ne. Dema ku wêneyeke me ya dawî û temam hebe, em ê wan giştî bikin. Hûrgîlî hîn jî divê di navbera Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de bên zelalkirin”,-Mîrzoyan gotîye.

Mîrzoyan her wiha gotîye ku wê hevaltîke hevbeş ya ermenîya-amêrîkîya hebe ku wê berpirsîyarîya avakirin û xebitandina bêtir bigire ser xwe.

Ararat Mîrzoyan tekez kirîye ku tiştên ku di derbara TRIPP ê de hatine weşandin niha li ser lihevkirinekê heye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê Amêrîkayê Donald Tramp  8 ê tebaxê li Waşîngtonê daxuyanîyek îmze kirine, ku yek ji xalên wê dibêje ku Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine  bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” (yan TRIPP) li axa Komara Ermenîstanê dîyar bike. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button