
Çêmpîyonata şatrancê ya tîmên Avropayê li Batimê bi dawî bûye. Tîma Ermenîstanê bi 9 qalan (2 serketin, 5 wekhevî, 2 têkçûn) di rêza 19 emîn de cih girtîye.
Ukraîna bi 15 qalan çêmpîyonî bi dest xistîye.Adirbêcan bi 13 qalan di rêza duyemîn de ye, û Sêrbîya jî di rêza sêyemîn de ye (13 qalan).
Tîma neteweyî ya jinan ya Ermenîstanê bi 12 xalan (5 serketin, 2 wekhevî, 2 têkçûn) di rêza 5 emîn de ye. Polonya bi 16 xalan wek çêmpîyon hatîye îlankirin. Ukraîna (14 xal) û Almanya (13 xal) jî di nav sê tîmên pêşîn de ne.







