Lêkolîna zanyaran ya li ser kevirên ejderha yên 6000 salî li çyayên Ermenîstanê bala navneteweyî kişandîye ser xwe

Nivîsa li ser vedîtinên zanyarên ermenî yên derbarê kevirên ejderha yên 6000 salî yên çîyayên Ermenîstanê de, di qada navneteweyî de eleqeyek mezin derxistîye holê.
“Söra “kevirên ejderha” yên 6000 salî hatîye çareserkirin: arxêolog girêdanek bi “perestîya avê ya kevinar” re saz dikin”, “Keşfek mezin di warê arxolojîyê de: Söra “kevirên ejderha” yên 6000 salî hatîye “eşkerekirin'”, “Lêkolîneran söra kevirên ejderha yên Ermenîstanê yên 6000 salî li nêzîkî çyayê Araratê eşkere kirine”, “‘Kevirên ejderha” bê guman ji pîramîdan kevintir in. Arxêolog sörê eşkere dikin
Li gorî “Armenpress” ê, navenda zanistî û perwerdehîyê ya navneteweyî ya Komara Ermenîstanê agahdar dike ku bingeha van weşanan gotara profêsor Vahagin Gûrzadyan, serokê navenda kozmolojî û astrofîzîkê ya laboratorya zanistî ya neteweyî ya bi navê Alîxanyan û doktorê zanistên dîrokî Arsên Boboxyan, rêveberê înstîtûta arxêolojî û êtnografîyê ya ya Komara Ermenîstanê ye, ku d 1 ê îlona îsal de di kovara Scopus “Nature Partner Journals – Heritage Science” de bi faktorek bandorê ya bilind hatîye weşandin.
Cîgirê serokê wekîl yê akademîya zanistî ya neteweyî endamê peywendîdar Pavêl Avêtîsyan gotîye: “Nêrînên ku ji hêla nivîskarên gotarê ve hatine pêşkêş kirin ne tenê rê didin ku cîh û rola abîdeyên kevirên ejderha ji nû ve bê nirxandin, lê di heman demê de beşdarî popûlerkirina vê dîyardeya çandî ya ku tenê di nav sînorên çyayên Ermenîstanê de hatîye tomar kirin û danasîna nimûneyên awarte yên peykersazîya monûmêntî di navendên navneteweyî de dibin”.
Di gotarê de, nivîskaran hîpotêza ku kevirên ejderha bi perestîya avê ya kevnar ve girêdayî ne, piştrast kirin, ji ber ku ew bi piranî li nêzîkî çavkanîyên avê yên çyayên bilind û li kêleka pergalên avdanê yên pêşdîrokî ne.







