H’emû nûçeSereke

Fêstîvala navneteweyî ya hunerên pêrformansê ya frankofonî “Têatron” wê li Ermenistanê bê lidarxistin

Fêstîvala navneteweyî ya hunerên pêrformansê ya frankofonî “Têatron” wê ji 22 ê cotmehê heta 3 ê mijdarê li Yêrêvanê, Kapanê, Gorîsê û Gavarê pêk bê. Pêkhateyên sereke yên fêstîvalê reqas, pêrformans û dramaturjî ne.

“Xorêografên fransî yên navdar yên cîhanê Mourad Mêrzukî, Yoan Bûrjûan û Kader Atun wê bên Ermenîstanê. Şanonivîsa fransî Natalî Fîlîon wê li şanoya dramayê ya Kapanê rûniştinên xwe raber bike, û dramaturga bêlçîkî Jinivîyêm Damas jî wê li şanoya dramayê ya Gavarê rûniştinên xwe raber bike.Rêzîdênsa li Kapanê wê her wiha du şanonivîsên ermenî, Anuş Aslîbêkyan û Ani Arakêlyan, ku di heyştemîn fêstîvala pirtûkan ya navneteweyî ya Yêrêvanê de xelata “Dramaturjiyê” wergirtine, bîne cem hev, ku wê beşdarî projeya şanoyê ya nivîskarî ya “Rû” ya Natalî Fîlîon bibin, ku wê bi şanoya Dramayê ya Kapanê re bê lidarxistin.

Kompanîya şanoyê ya swîsreyî La Temeraria, ku pisporê organîzekirina pêrformansên palyaçoyan ji bo zarokên li nexweşxaneyê ye, jî wê beşdarî fêstîvalê bibe.

Sponsorê sereke yê fêstîvalê şaredarîya Yêrêvanê ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku fêstîval bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye karên der  tê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button