
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ragîhandîye ku wan bi hevkarîya hevpeymanîya navneteweyî (Koalîsyon) li gundewarê Dêrezorê di 2 opêrasîyonan de 3 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞ ê girtine.
Navenda ragîhandinê û çapemenîyê ya HSD ê li ser mijarê daxuyanîyek belav kirîye.
Li gorî daxuyanîyê, opêrasyona yekem bi beşdarîya koalîsîyonê li gundê Berîhayê yê li rojhilatê Dêrezorê hatîye kirin.
Di opêrasyonê de endamekî DAÎŞ ê hatîye girtin ku destê wî di êrişên li ser HSD ê û sîvîlan de hebûye.
HSD ê daye zanîn ku opêrasyona duyemîn li gundê Sebhayê hatîye kirin û di encamê de 2 endamên şaneyeke DAÎŞ ê hatine girtin.
Hatîye destnîşankirin ku her du endamên şaneyê gelek êrîş li ser HSD ê, endamên hêzên ewlehîyê û sîvîlan pêk anîne.
“Emê xebat û hevahengîya xwe bidomînin”
HSD ê di daxuyanîya xwe de teqezî li ser berdewamîya hevkarîya bi koalîsîyonê re kirîye û ragîhandîye:
“Emê xebat û hevahengîya xwe ya bi hêzên koalîsîyona navneteweyî re bidomînin ta ku rêxistina têrorîst û jêderên wê yên madî û manewî ziwa bikin û rê li ber çalakîyên têrorîst yên ku ewlehîya herêmên me dixin metirsîyê bigirin”.







