H’emû nûçeSerekeSîyasî

Paşînyan li ser vekirina astengkirina ragîhandinê di çarçoveya projeya “Rêya TRIPP” de

Brîfînga hukumetê de, serokwezîr Nîkol Paşînyan li ser pirsa gelo xebateke nû ya dîyarkirina sînor di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tê plankirin, û gelo mimkûn e ku ev yek bi vekirina rêgehên ragîhandinê ve bê girêdan, bo nimûne, bi berdewamkirina pêvajoyê ji başûr ve, axivîye.

Li gorî Paşînyan, girêdana raste-rast çênabe, lê mantîq wiha ye: “Li cîhên ku avakirina ragîhandinê wê dest pê bike, tê texmînkirin û mantîqî ye ku di wê beşê de (bi qasî ku ji bo derbazbûna vê binesazîyê pêwîst be) jî sînorkirin û nîşankirin pêk bê, da ku di wê deverê de binesazîyê bê çêkirin û dîyar be ku sînor tam ji kîderê derbaz dibe”.

“Bi gelemperî, ew bi pêvajoya dîyarkirina sînoran ya giştî ve girêdayî nîne, ku wê li gorî mantîqa xwe bimeşe, lê ji alîyekî din ve, ew dîyarkirinek e ku bi ragîhandin û pêkanîna projeya «Rêya TRIPP»  ve girêdayî ye, ango dîyarkirin beşeke ji wê pêvajoyê ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button